'Messiyê Bexdayê' dibe fîlmeke dirêj a sînemayî

01-04-2019
RÛDAW
Nîşan Messiyê Bexdayê Fîlm Sînema Sehîm Omer Xelîfe Kurd Kurdistan Oskar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurtefîlma “Messiyê Bexdayê” ya derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe ye, piştî wergirtina 60 xelatên cîhanî, biryare wek fîlmeke dirêj a sînemayî were berhemanîn û budceya wê jî ji aliyê Belcîkayê ve hatiye dabînkirin.

 

Kurtefîlma “Messiyê Bexdayê” di sala 2012an de  hatiye çêkirin û di cîhanê de deng veda û 60 xelat di festîvalên cîhanî de wergirtin û yek ji 10 fîlmên kurtelîsta fîlmên berbijêr bû ji bo wergirtina Xelata Oskar weke baştirîn kurtefîlm.

 

Ji egera vê fîlmê, ekterê serekî yê fîlmê ku zarok e, karî lîstikvanê tîma Barcelona ya Ispanyayê û stêrkê hilbijardeya Arjantînê, Lionel Messi bibîne û ji aliyê navendeke Brîtanî alîkariya maddî bo wî hat komkirin, li Îranê jî lingeke destçêkirî ji bo wî zarokî hate çêkirin.

 

Di sala 2017an de Rêveberiya Sînemayê ya Belcîkayê, ji bo nivîsîna senaryoya vê fîlmê û ji bo ku weke fîlmeke dirêj bê amadekirin, budceyek terxan kir û îsal budceya berhemanîna wê diyar kir. Belcîka salane bi tenê piştevaniya 6 heta 8 berhemên sînemayî dike.

 

Derhêner û beşek ji stafa fîlmê amadekariyan bo berhemanîna vê fîlmê dikin û biryare di havîna îsal de ji Belcîka ve serdana Başûrê Kurdistanê bikin û dê cihê wênegirtin û beşek ji stafa fîlmê û ekterên wê diyar bikin.

Biryare karê wênegirtina fîlmê di destpêka 2020an de dest pê bike û senaryoya kurtefîlmê hatiye dirêjkirin û ekterên nû dê têde bilîzin.

 

“Messiyê Bexdayê” behsa zarokekî dike ku her çend xwedî pêdiviyên taybet e, lê gellek ji futbolê hez dike û alîgir û şopînerên yarîzanê Barcelonayê, Lionel Messi ye.

 

Ev fîlm, piştî fîlma dirêj “Zagros” ku 9 xelatên sînemayî bi dest xistîne, dibe dûyem berhema dirêj a sînemayî ya Xelîfe. Fîlma “Zagros” xelatên weke xelata mezin ê gera 44emîn a Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Gent li Belcîkayê wergirtiye.

 

Sehîm Omer Xelîfe ku derhênerekî Kurd e, niha li Belcîkayê dijî û bi rêya kurtefîlmênxwe yên weke “Xaka Pehlewanan”, “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirap”, zêdetirî 100 xelat wergirtine û niha yek ji endamên jûrî ya fîlman e di Akademiya Oskarê de û li ser asta Kurdistan, Iraq û Belcîkayê, di warê wergirtina xelatên sînemayî de, xwediyê çendîn rekoran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst