Cemal Sadûn bi stranên xwe yên evîndarî û neteweyî navdar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Berî 3 salan di roja 31ê adara 2014an de hunermendê Kurd yê navdar û dengxweş Cemal Sadûn koça dawî kir.

 

Cemal Sadûn ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bû. Cemal bi zindîkirina şahî û dawetên welatiyên Kurd, herwiha bi stranên xwe yên evîndarî û neteweyî cihekî berçav di dilê Kurdan de girtibû.


Koça Cemal xemgîniyeke mezin di dilê guhdar û hogirên wî de dirust kir, kurdan ji berê ve dîroka  cih û warên xwe bi tev kiltûr û rastiyên war û welat , bi deng û stranên xwe parastine û her stranek û heyraneke wan, dîroka civak û netweyekê ye ku ew jî kurd in. 


Cemal Sadûn ne tenê stranbêjê Dêrika Hemko yê dengzelal û hestyar bû, lê ew dildar û evîndarê Dêrikê jî bû. Cemal beşek ji bîreweriya Dêrikê û xelkê wê ye û hevalê kêf û xemgîniyên wê bû.


Wek çawa darek girêdayî axa xwe ye, Cemal jî wiha girêdayî axa xwe bû, lê belê ji neçarî berî wî ket riyên dûr û welatên xerîbiyê û ji bo serdana zarokên xwe çûbû Bulgaristanê, lê ji kerb û qehra xerîbiyê kezeba wî kul bû.


Cemalê ku digot ez kevirekî Dêrikê nadim bi hemû Ewrûpayê, di 31ê adara 2014an de li nexweşxaneyeke Bulgaristanê, bêyî ku xatirê xwe ji Dêrikê bixwaze, çavê xwe ji bo heta hetayê girt. Cemal Sadûn di sala 1958an de li Dêrikê di malbateke Kurd ya hejar û hunerhez de ji dayik bû.


Hîn zarok bû, ji strangotinê hez dike û stranan dibêje û kaseta xwe ya yekemîn Zincîr û Qeyd in di sala 1981ê de belav dike. Cemal heta mirina xwe jî, wek bilbilekî di hemû dawet û şahî, Newroz û boneyên Dêrikê de beşdar dibe û bi dengê xwe yê taybet û xweş dilê dêrikiyan geş dike.


Dengê Cemal dengê ax û hewaya Dêrik, Eyndîwar, Zaxo û Cizîra Botanê bû. Eger şahî be, Cemal kevir û tehtên qelaçan jî dianîn semayê, eger xem û şîn be yan mewalek be mirov bi girî dida.


Cemal li ser Kurdistanê jî stranên xweş dibêje. Bi taybetî rêbaza Barzaniyê nemir wek riya felat û xilasbûna gelê xwe dibîne û pir pêve tê girêdan û stranan li ser dibêje.


Cemal ku yek ji ejnebiyên parêzgeha Hesekê û qurbaniyekî serjimêriya awarte ya 1962an bû, ji ber hest û stranên xwe yên neteweyî gelek caran hat girtin û îşkencekirin û zulm û tadeyeke mezin ji destê desthilata Beisî ya Sûriyê xwar.


Wek çawa aşiqek di sînga maşûqa xwe de radize, Cemal Sadûn niha di bin axa Dêrikê de di xeweke bêdawî de ye, lê deng û stranên wî di dilê Kurdan de hişyar û zindî ne.