Neviyê Şêx Seîd pirtûkeke berfireh li ser bapîrê xwe nivîsand

01-02-2023
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan Şêx Seîd Abdulîlah Firat Weşanên Avesta
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Abdulîlah Firat li ser bapîrê xwe Şêx Seîdê Pîran pirtûkeke berfireh a ku ji 3 bergan pêk tê nivîsand û ji aliyê Weşanên Avesta ve hat çapkirin.

Pirtûka “Şeyh Said Efendi – Hayatı, İlmi & Tasavvufi Anlayışı, 1925 Hareketi / Şêx Seîd Efendî – Jiyana Wî, Ilm û Hişmendiya Wî Ya Tesewûfî, Tevgera 1925an” ku ji 3 bergan pêk tê, ji aliyê neviyê Şêx Seîd, Abdulîlah Firat ve bi zimanê Tirkî hatiye nivîsand û ji aliyê Weşanên Avesta ve hatiye çapkirin.

Weşanên Avestayê li ser naveroka pirtûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Di berga yekem a berhemê de; jiyana Şêx Seîd Efendî, dîroka malbata wî ya ku şopa xwe li dîrokê hîştiye, ilm û hişmendiya wî ya tesewûfî, gelek hûrgilî û mijar hene.

Di berga duyem de, berhemên Şêx Seîd Efendî, kelûpelên wî, alaya wî, Şerê Cîhanê yê Yekem û pirsgirêka Ermeniyan, hevdîtina bi Mistefa Kemal re li Amedê, dagirkirina Îzmîrê, Kongreya Erzeromê, hevdîtina wî ya bi Mela Seîdê Kurdî re, têkiliya wî ya bi Elewiyan re, sedemên dijberiya bi Mistefa Kemal re û cûdahiya nêrînên armanca Şêx Seîd û ramana Mistefa Kemal, birêketina Şêx Seîd Efendî ji bo serhildanê, civînên şêwrê û bangên ku wî kirine bi hûrgilî hatine behskirin.

Di berga sêyem de rewşa piştî Lozanê, amadekariyên Serhildana Şêx Seîd a sala 1925an, pêşveçûn, tedbîr, agahî û belgeyên li ser bûyerê, girtina Şêx Seîd Efendî di encama xiyanetê de û veguhestina wî ya ji bo Amedê hatiye vegotin.”

Weşanên Avestayê destnîşan kir ku berga yekem ji 496 rûpelan, berga duyem ji 456 rûpelan û berga sêyem jî ji 488 rûpelan pêk tê.

Edîtorê pirtûka “Şeyh Said Efendi – Hayatı, İlmi & Tasavvufi Anlayışı, 1925 Hareketi / Şêx Seîd Efendî – Jiyana Wî, Ilm û Hişmendiya Wî Ya Tesewûfî, Tevgera 1925an” Sabir Firat ê ku di heman demê de kurê nivîskar Abdulîlah Firat e, ji Rûdawê re got, “Heta îro pir tişt li ser Şêx Seîd hatine nivîsandin lê li ser jiyan û ilma wî nehatine nivîsandin. Ew şêx û alimekî mezin jî bû, ev pirtûk dê wê valahiya li ser jiyana wî tije bike.”

Sabir Firat diyar kir ku çavkaniyên pirtûkê hinek jê yên malbatê bi xwe ne û beşeke din jî yên arşîva Dadgehên Îstiqlalê ne.

Abdulîlah Firat kî ye?

Abdulilah Firat, neviyê Şêx Seîd, di sala 1946an de li nahyeya Sergenê yê navçeya Vize ya Kirklareliyê ya Tirkiyê dema ku malbata wî li sirguniyê bû, ji dayik bû. Di Kudetaya 27ê Gulana 1960an de ji aliyê Komîteya Yekîtiya Neteweyî ve, berê li Girtîgeha Leşkerî ya Erzirom Karskapiyê û paşê jî li Sêwasê, Tûgaya Perwerdehiya Taybet a 5emîn (girtiyê herî biçûk ê Kudetaya 27ê Gulanê) 6 mehan di kampê de desteserkirî ma û piştî wan 6 mehan bi malbatî sirgûnî parêzgehên cuda yên Tirkiyê hatin kirin. Di jiyana xwe ya sirgûnî û dîlgirtinê de li cem kurê Şêx Seîd ê mezin, kalikê xwe Şêx Elî Riza Efendi yê ku alimekî mezin e û bavê xwe Şêx Mihemed Emîn perwerdeya Îslamî (perwerdeya medreseyê) wergirt. Piştî ku ji sirgûnê vedigere xwendina xwe berdewam dike û lîseyê di sala 1968an de li Elezîzê diqedîne. Li Zankoya Enqereyê Fakulteya Hiqûqê dest bi xwendina bilind kir. Ji ber hinek sedeman xwendina xwe ya li fakulteyê temam nekir. Di sala 1976an de dest bi karê bazirganiyê kir. Di navbera salên 1991-1999an de parlementerê Erzeromê bû. Îro nûnerê dawî yê dibistana Neqşîbendî - Xalidî - Paloyî û malbata Şêx Seîd e. Di gelek rojname û kovaran de hevpeyvîn û gotarên wî derketine. Pirtûkên wî yên bi navên “Seyyidü’l Enbiya Ve’l Mürselin Hz. Muhammed Mustafa (s.a.v.) ve Ehl-i Beyt’i, Ölüm Gerçeği ve Taziye Adabı, Şarkın Büyük Şeyhi Şeyh Ali Sebti Palevi ve Şeyhü’ş Şüyuh Risalesi, Islam’da Bulaşıcı Hastalıklar ve Tedavi Yolları, Dostlarıma Tavsiyename ve Kütüphane Risalesi - Şeyh Said Efendi , Fetvâlar Mecmûası - Şeyh Said Efendi, Talimud’din” hatine çapkirin û berhemên wî yên bi navên “Dedem Şeyh Said Efendi”, “Urmevi Seyyidleri”, “Meclis Konuşmalarım” ve “Yazı & Konuşmalar - işte Kürtler Izdırap ve Çareler” jî heta niha nehatine çapkirin û bi giştî 12 berhemên wî hene. Zewicî ye û bavê 3 zarokan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst