Fîlma nû ya Mano Xelîl li Swîsreyê hat nimayîşkirin

01-02-2018
RÛDAW
Fîlma bi navê Hafiz û Mara li welatê Swîsreyê hat nimayîşkirin
Fîlma bi navê Hafiz û Mara li welatê Swîsreyê hat nimayîşkirin
Nîşan Fîlm Mano Xelîl Swîsre Hafiz û Mara
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berhema herî nû ya derhênerê Kurd Mano Xelîl a bi navê "Hafiz û Mara" ku çîroka şêwekarekî swîsrî ye, bi awayê dokumenterî û biyografî ji temaşevanan re tê nimaş kirin.

 

Mano Xelîl li ser fîlma berhema xwe ya nû ji Rûdawê re ragihand: “Ev berhema hunerî bi rêya şêwekarekî swîsrî ve, çîroka malbateke swîsrî ya lubnanî vediguhezîne.”

 

Çîroka vê fîlmê behsa kesekî bi navê Odelf Bertschinger dike ku xelkê Swîsreyê ye û berê xwe daye Filistînê, piştre diçe Lubnanê, li wî welatî keçeke bi navê Selma Hedad nas dike û pê re dizewice, piştî şerê duyemîn ê cîhanê, Selma li gel zarokên xwe diçe Swîsreyê.

 

Hafiz kurê Odelf û Selma ye û niha 85 salî ye û di 10 saliya xwe de ji Lubnanê derketiye û di 75 saliya xwe de serdana wî welatî dike.

 

Dema fîlmê 88 xulek e û li welatên Gana, Lubnan û Swîsreyê hatiye kişandin û bi zimanê Erebî, Îngilîzî, Almanî û Fransî ye.

 

Mano Xelîl heta niha karê derhênana nêzîkî 20 fîlman kiriye û navên fîlmên wî yên herî dawî jî ev in: "Peresêlke", "Enfal", "Davêd Tolhildan",  "Zindana min, Mala min", "Baxçeyên Bihiştê", "Tama Hingiv".

 

"Tama Hingiv" ku fîlma herî dawî ya Mamo Xelîl e, behsa hingivvanekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê dike, di salên nodî de li cîhanê ji berhemhênerên higiv ên herî mezin ên cîhanê bûye, her sal 20 heta 30 ton hingiv berhem dianî, lê ji ber şer, hingiv û zevî û mal û beşeke zarokên xwe ji dest dide, lê li çiyayê Alp ên li Swîsreyê cardin dest bi pîşe û jiyana xwe dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst