Dahata fîlma Avatarê gihîşte zêdeyî yek milyar dolar

01-01-2023
RÛDAW
Dîmeneke ji fîlma Avatarê
Dîmeneke ji fîlma Avatarê
Nîşan Avatar: The Way of Water
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dahata fîlma Avatarê gihîşte zêdeyî yek milyar dolar. Ew fîlma ku piştî 13 sal ji berhemanîna beşa yekem, beşa wê ya duyem hat belavkirin. Aktorên Avatarê dibêjin, erka wan a di beşa duyem de zehmet bû ji ber ku diviyabû zêdetir fêr bibin.

Roja 14ê Berfanbara 2022an beşa yekem a Avatarê bi navê “Avatar; Rêya Avî” li beşek ji sînemayên cîhanê hat nîşandan û tenê di du hefteyan de dahata wê gihîşte zêdeyî milyarek dolarî.

Derhênerê Avatarê James Cameron li ser fîlmê got, “Hinek caran bi me wiha bû ku em qet li vî cihî nasekinin. Bi taybetî di serdema Coronayê de, dema bo 6 mehan me ti karek nekir. Ji ber wê berhema me tola wê demê ye. Weke tu dibînî xelk vedigerin û sînema careke din tije ne. Hemû bilêtên me hatine firotin. Ev hesteke bihêzbûnê ye.”

Coş û kelecana alîgiran wiha kiriye ku her zû dahata fîlmê budceya wê berhev bike.

Budceya berhemanîna beşa duyem a Avatarê 350 milyon dolar e lê dahata wê heta 30ê Berfanbara 2022an gihîştiye nêzîkî milyarek û 30 hezar dolaran. Ji wî pereyî 712 milyon dolar ji firotina bilêtên li Amerîkaya Bakur û 317 milyon dolar jî ji firotina bilêtên derve hatine. Bi vê jî bûye yekem fîlma 2022an ku di dema 14 rojan de dahata wê bigihe milyarek dolaran. Dahata beşa yekem a fîlmê jî di sala 2009an de 2 milyar û 922 milyon û 917 hezar dolar bû.

Lîstikavanên Avatarê dibêjin, erka wan a di beşa duyem de zehmet bû ji ber ku diviyabû zêdetir fêr bibin.

Lîstikavana Fîlma Avatarê Zoe Saldana anî ziman, “Astengiyên vê carê fêrbûn bû. Ew jî lîstikvaniya di nav avê de bû. 30 pêyan li jêr avê bî, laşê te şil be û te hemû rahênanên henasedanê kiribin. Me bo va van tiştan çend mehan rahênan kirin.”

Avatar fîmeke xeyalî yê zanistî ye û behsa wan bûyeran dike ku tê pêşbînîkirin di sala 2154an de rû bidin.

Di sala 2022an de ji bilî Avatarê tenê dahata du fîlmên din milyarek dolar derbas kirin. Ew jî Top Gun: Maverick û Jurassic Wild Dominion bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst