Ji weşanxaneyên Kurdî bo sersalê kampanyayên erzaniyê

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneyên Kurdî ragihandin ku bi helkefta serê salê bo pirtûkan bi rêjeyên cuda kampaniyên erzaniyê dane destpêkirin.

Weşanxaneya Nûbiharê ragihand ku di bin navê "kampanyaya erzaniyê ya dawiya salê" de ji sedî 40 û ji sedî 50 pirtûkên xwe erzan kirine.

Nûbiharê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê kampanyayê de wiha got: “Bo bikaribin pirtûkên me bi bihayeke erzan bikirin serî li malpera me bidin.

Daxistin di firotên rû bi rû yên li avahiya weşanxaneya me de jî derbasdar e. roja dawî: 31.12.2022”

Weşanxaneya Avesta di heman demê de kampanyaya erzanî ya sersalê ya bi navê “Selikan amade bikin!” ragihand.

Avesta di parvekirina xwe ya derbarê kampanyayê de dibêje “Selikan amade bikin! kampanya sersalê di hemû kitêban de 40%, di setan de 50% erzanî.”

Weşanxaneya Sîtavê kampanyaya xwe parve kir û diyar kir ku li ser 10 pirtûkan ji sedî 40 erzan kirine.

Weşanxaneya Lîs jî pirtûkên di çarçoveya kampanyaya sersalê de diyar kir ku wan pirtûkên helestan ji sedî 60 erzan kirine.

Weşanxaneya Lîs li ser hesabê xwe xwe yê medya civakî kampanyaya erzaniyê wiha ragihand “Agahdarî: LÎS, di sersalê de kampanya erzaniyê (% 60) ya kopleyên helbestan dide destpêkirin. Gotin ji me...”

Yekemîn malpera firotina pirtûkên kurdî "Pirtuka Kurdî" diyar kir ku wan bi helkefta sersalê kampanyayek li dar xistine ku ji 24ê Kanûnê dest pê dike û heta 8ê Çileyê berdewam bike.