‘Hînker’ek ji bo fêrbûna Soranî belav bû

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ‘Hînkerek’e din li zîncîre hînkerên xwe zêde kir, lê vê carê ji bo fêrbûna şêwazarê Kurdiya Soranî.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji bo fêrbûna Kurdî (Kurmancî) berî niha zîncîreyeke pirtûkên bi navê ‘Hînker’ belav kiribûn û di çend rojên derbasbûyî de jî pirtûkeke din li wê zîncîra hînkeran hat zêdekirin.

Ew ‘Hînker’a ku vê carê hatiye çapkirin ji bo fêrbûna şêwazarê Kurdiya Soranî ye.

Pirtûka bi navê ‘Hînker – Kurdiya Navendî (Soranî)’ ji aliyê Dr. Hewa S. Khalid ve hatiye amadekirin. Pirtûk bi şêwazarê Soranî û tîpên Erebî hatiye nivîsandin û ji bo fêrbûnê jî peyv û riste bi tîpên latînî jî hatine nivîsandin.

Ev pirtûk, zîncîreyek e ji pirtûkên ‘Hînkerê’ û zîncîra yekem a pirtûkê ji bo qonaxa destpêka fêrbûna Soranî ye û ji bo hêsankirina fêrbûnê DVDyek jî li gel wê pirtûkê ye.

Biryar e weke dewama ‘Hînkerê’ ji bo astên bilindtir jî pirtûk bên amadekirin û belavkirin.

Herwiha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ev yekem pirtûk e ku bi vê rêbazê hatiye amadekirin ji bo fêrbûna şêwazarê Soranî.