Li taxên Amedê konsert tên sazkirin

30-12-2020
Abdulselam Akinci
Şaredariya bajarê mezin a Amedê di rojên qedexeya derketina derve de ji bo xelkê li bazarên bajêr û navçeyan konsertan li dar dixe.
Şaredariya bajarê mezin a Amedê di rojên qedexeya derketina derve de ji bo xelkê li bazarên bajêr û navçeyan konsertan li dar dixe.
Nîşan Amed Muzîka Kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Şaredariya bajarê mezin a Amedê di rojên qedexeya derketina derve de ji bo xelkê li bazarên bajêr û navçeyan konsertan li dar dixe. Gel jî di malên xwe de di şibakeyan de van konsertan temaşe û guhdar dikin. Di şeşemîn hefteya van çalakiyan de ev car jî hunermendên konservatuara bajêr li taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîrê konsertek saz kirin.

Bi bîhistina dengê muzîkê gel ji malên xwe derketin hatin temaşeya konsertê lê bi hişyariya polîsan ew vegeriyan malên xwe û di malên xwe de li konsertan temaşe kirin.

Ji ber ku di dawiya heftê de li Tirkiyê Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve heye, xelk di malên xwe de dimînin. Şaredariya bajarê mezin a Amedê jî bi armanca ji gel re bibe moral û motîvasyon, li sûkên Amedê bi navê ‘li kuçeyan huner heye’ çalakiyan lidar dixe.

Vê heftê jî hunermendên konservatuara bajêr li taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîrê konsertek lidar xistin.

Elî Çevîk, Serokê Çand û Karên Sosyal ê Şaredariya Amedê ji Rûdawê re ragihand: “Di meha berfanbarê de bi hatina sînordarkirina jîyanê me bernameyên xwe yên  li solana derxist sûka. Armanca me ew e ku di dawîya hevteyan de ji hemwelatîyên me yên ku di mal de ne re bibe moral em van çalakîyan lidar dixin. Em bi rêya onlîne û her waha bi vî  rengî dengê hunerê digihînin xelkê xwe.”

Ji ber ku bi vî awayî ji gel re xizmetê dikin, organîzator û hunermendên çalakiyan jî kêfxweş in.

Hunermend Îbrahîm Candan yek ji wan kesan e û dibêje: “Ji ber pandemiyê însan gelek aciz in,ji canê xwe bêzar bûne însan. Di warê aborîyê da jî hûn dizanin ku gelek astengîya dikşînin gelê me. Ji bo ku qet nebe em piçek moral bidin wan, birînên wan hinek melhem bikin em vî karê dikin ev jî ji bo me şanazîye.”

Mamostaya muzîkê, Songul Yilmaz jî yek ji hunermendên beşdar di van konsertan de ye û ew jî diyar dike: “Xelkê me di mal de aciz dibin,mafdar in lewra her roj heman e û wek hev e û jiyana wan  monoton dibe. Me jî ji bo hinek cudahî û reng were jiyana welatîyan van konsertan lidar xist. Li baxçeyan,li ceddeyan bi armanca ku em di vî mijarê de civakê hinek hişyar bikin me çalakîyên bi vî rengî em fikirîn.”

Piştî bîhistina dengê muzîkê şênîyên taxê jî jib o temaşekirina konsertê ji malên xwe derketin, lê demek şûnda bi hişyariya polîsan xelk çûn malên xwe û li mal konsert guhdar kirin.

Niştecihên Amedê ji lidarxistina konsertên muzîkê li tax û navçeyên cuda yên bajar û bajarokan razî ne û dibêjin, ew bi  vê yekê kêfxweş in.

Mehmet Kutlu welatiyekî Amedî dibêje: “Pir baş e ev konsertan. Kêfa me jê re hat. Xweş e yanî.”

Zarokek ku beşdarî konsertekê bûye, kêfxweşiya xwe wiha tîne ziman: “Kêfa me hat, em bextewar bûn, me ji xwe re guhdariya strana kir. Şahî ye tiştekî xweş e. Em memnûn bûn yanî.”

Mahîr Arslan niştecihekî din ê Amedê jî dibêje: “Di dema qedexeyê de em li mal in,bi zarokên xwere ders çêdikin. Çalakîyan ji xwe re çêdikin.Ev xebata şaredarîyê jî gelek baş e. Ez şaredarîyê pîroz dikim.”

Şakîr Şenyîgit jî bi gotinên weke “van konsertan ji gel ji bo gel gelek baş e, gel bi van konsertan moral digre”, kêfxweşiya xwe li hember sazkirina konsertan li Amedê tîne ziman.

Ev hefteya şeşemîne ku şaredarî li taxên Amedê van konsertan li dar dixe. Van çalakîyên ku li sûkên Amedê tên li darxistin di heman demî de raste rast bi awayek zindî li ser hesabên torên civakî yê şaredarîya bajarê mezin ya Amedê tên weşandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst