Di ser koça dawî ya Arjen Arî re 11 sal derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 30ê Çiriya Paşîn, salvegera koça dawî ya helbestvanê navdar Arjîn Arî ye.

Arjen Arî, beriya 11 salan, di 56 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê canê xwe ji dest dabû.

Arjen Arî bi pirtûkên xwe yên wekî "Ev Çiya Rûspî ne", "Gorî û Bindest", "Kulîlkên Bê'îvan", "Payiza Peyvê" re navdar bû û li pey xwe gelek berhemên qedirbilind hiştin.

Arjen Arî kî ye?

Arjen, sala 1956an li gundê Çalê yê navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ji dayik bûye.

Arjen Arî, xwendina xwe ya seretayî û navîn li Nisêbînê diqedîne û sala 1979an jî li Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê beşa Tirkî qedand.

Helbesta wî ya yekem sala 1979an, di kovara Tîrêjê de hatiye weşandin.

Helbestên wî di kovarên Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem, Çira, Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîrêj, Peyv, Nûbûn û Karwanê de li Swêd, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin weşandin.

Di 30ê Çiriya Pêşîn a 2012an li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate veşartin.

Piştî mirina wî, ji aliyê Weşanên Sor û malbata wî ve, li ser navê wî,  her sal "Pêşbirka Helbestên Arjen Arî" tê lidarxistin.

Berhemên Arjen Arî:

Ramûsan min veşartin li geliyekî (Avesta), 2000

Ev çiya rûspî ne (Avesta), 2002

Destana Kawa (Elma), 2003

Eroûtîka (Lîs), 2006

Şêrgele " (Avesta), 2008

Herwiha “Antolojiya Helbesta Bakûr” jî amade kiriye.