Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolîner Baran Zeydanlioglu ragihand ku gora dîplomatê Kurd Şerîf Paşa li Îtalyayê ye.
Şerîf Paşa, di Konferansa Parîsê de di nav Delegasyona Osmaniyan de cih girtibû û "nûnertiya Kurdan" kiribû.
Şerîf Paşa di “komara nû” de ji bo temînata mafên rewa yên Kurdan înisiyatîvên dîplomatîk ên girîng dabûn destpêkirin.
Heta niha cihê gora Şerîf Paşa bi zelalî nedihat zanîn û dihat texmînkirin û li Îtalya ya Misirê be.
Lêkolînerê dîrokê Baran Zeydanlioglu, cihê gora Şerîf Paşayê ku di dîrokê de xwediyê cihekî girîng e diyar kir.
Zeydanlioglu di malpera Bitlisnameyê de gotarek nivîsand, tê de diyar kir ku gora dîplomatê kurd Şerîf Paşa li goristana Catanzaro Monumentaleyê ya li bajarê Catanzaroyê yê Îtalyayê ye.
Lêkolîner Zeydanlioglu herwiha wêneyên gora Şerîf Paşa jî parve kirin.
Şerîf Paşa sala 1951ê li Îtalyayê koça dawî dike.
Dihat îdiakirin ku keçên wî yên ku li Misirê bûn cenazeyê bavê xwe veguhastiye Misirê lê bi israra Melek Xanima keça Şerîf Paşa, ew li goristana Catanzaro Monumentaleyê hatiye veşartin.
Mihemed Şerîf Paşa
Jiyana Mihemed Şerîf Paşa bi kurtî wiha ye:
Şerîf Paşa, sala 1865an li Uskudara Stenbolê ji dayîk dibe.
Şerîf Paşa di heman demê de wekî Xandanzade Mihemed Şerîf jî tê nasîn.
Malbata Şerîf Paşa, ji Silêmaniyê, ji şaxê Xandanê yê eşîra Babanan e.
Bavê wî Seîd Paşayê Baban, di dema Tenzîmatê de di rêveberiya Osmaniyan de bûye xwediyê erkên girîng.
Mihemed Şerîf Paşa piştî xwendina xwe ya li Mekteb-i Sultanî (Dibistana Amadehiyê ya Galatasarayê) diçe Fransayê.
Piştre li Akademiya Leşkerî ya Satn-Cyrê dixwîne, li Balyozxaneya Osmaniyan a Parîsê katibiyê dike.
Sala 1884an dibistana leşkerî xelas dike û çar salan li Balyozxaneya Osmaniyan a li Brukselê dixebite.
Demeke dirêj di Meclîsa Desteya Birêveber a Osmaniyan (Şûrayî Devlet) de cih digire.
Gelek madalyayên navdewletî wergirtine.
Demekê tevlî nava refên Cemiyeta Îtihat û Terakiyê dibe lê dibîne ku ew reforman û azadiyê tenê ji bo Tirkan dixwazin, ji wan vediqete.
Dîsa jî ji xezeba wezîrê Mehmûd Şewket Paşa nafilite.
12ê Hezîrana 1913an bi îdamê tê cezakirin. 14ê Kanûna Paşîn a 1914an de li Parîsê rastî êrişekê tê. Cezayê wî sala 1918an de tê rakirin.
Li Ewropayê doza Kurdan dide nasandin, bi malbata Bedirxaniyan re têkiliyê datîne.
Wî bi salan ji bo ku Kurd jî bibin xwedî statû, ji gelek siyasetmendar û rayedarên dewletên wekî Brîtanya, Almanya, Fransa, Amerîka, Rûsya û Mussolînî re nameyan dişîne.
Ji ber ku li Kurdistanê zêde nemaye û bi Kurdî baş nedizanî, heta dibêjin qet nedizanî.
Şerîf Paşa, sala 1919an di Konferansa Parîsê de di nav Delegasyona Osmaniyan de cih girtibû û "nûnertiya Kurdan" kiribû.
Di kongreya nû de ji bo temînata mafên rewa yên Kurdan înisiyatîvên dîplomatîk ên girîng dabûn destpêkirin.
Wî bi salan ji bo ku Kurd jî bibin xwedî statû, hewl da.
Piştî Peymana Sewrê, sala 1920an dawî li xebatên xwe yên siyasî anî û li Monte Carloya Îtalyayê bi cih bû.
Şerîf Paşa salên dawî yên jiyana xwe bi neviyên xwe re li mala keça xwe Melek Xanimê a li Catanzaroyê derbas kirin.
Mihemed Şerîf Paşa, 22yê Kanûna 1951an, di 86 saliya xwe de koça dawî kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse