Pêşangeha Antroposenê: ‘Ez gilêşan dikim berhemên hunerî’

2 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Nîşan Pêşangeha Antroposenê Bestamî Egî DITAV Amed Pêşangehên Hunerî Sûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Peykersaz Bestamî Egî ji bo balê bikişîne ser guherîna jîngehê gilêşan dike berhemên hunerî.

Peykersazê Kurd ê Amedî Bestamî Egî 5emîn pêşangeha xwe ya bi navê ‘Antroposen’li navçeya Sûrê ya Amedê li Navenda Danasîna Çand û Piştevaniyê Amedê DITAVê vekir.

Hunermendê Kurd  berhemên xwe ji bermahiyên gilêşê diafirîne. Armanca wî balkişandina ser têkçûna xwezayê ye.

Ew ji ji ser zibildan û gilêşên bajêr, ji nava xwezayê tiştan dibine û tene bi boyaxê şekil dide wan û dike berhemên hunerî.

Ew dibêje, bi wî awayî mirovan bi gilêşê wan re rû bi rû dihêlê da ku li ser wê têkçûna xwezayê bifikirin.

Hunerhez dikarin heta 6ê Çiriya Pêşîn li DITAVê biçin Pêşengeha Antroposenpê ya hunermend Bestamî Egî û lê bigerin.

Peykersaz Bestamî Egî. Ji Amedê ye û li Zanîngeha Aataturkê di beşa pekersaziyê de xwendiye.

Ew ji 2012an ve bi kare hunerê re eleqedar e û heta niha 5 pêşangeh vekirine.

“Min berê kevir nîşan dabûn”
Peykersaz Bestamî li ser pêşangeha xwe wiha got:

“Pêşengeha Antroposen 5emîn pêşengeha min e. Di pêşengehên xwe yên berê de min kevirên ku li xwezayê dîtibûn dabû pêşandan.

Peyamên min ê wan pêşangehan jî li ser krîza demsalan û germbûna gerdûnê bû.

Ew peyamên min ên wan pêşengehan berê di vê pêşangeha Antroposenê de xurtir bûne.

 Di pêşengeha Antroposenê de bi giştî 32 berhemên min tên pêşandan.”

Li gorî peykersaz Bestamî Egî ev serdema ku em lê dijîn sedema Anroposen e. Ev serdem serdemeke wisa ye ku mirovahiyê xweza xistiye bin destê xwe û mirovahî li ser xwezayê mêtinger e.

“Tiştên ku em dikarin bikin hene”

Bestamî Egî behsa karên xwe kir û wiha berdewam kir:

Vegera ji vê sedema Antroposenê êdî ne mumkun e.Yanî êdî bi giştî em nikarin dunyayê xilas bikin lê mumkun e ku mirov bandora vê serdemê ya li ser jiyanê hinekî kêmtir bike.

Yanî di vê rewşê de em dikarin hinekî rawestînin. Wekî takekes helbet tiştên ku em dikarin bikin hene.

Mesela em dikarin xerckirinên xwe kêm bikin, em dikarin bikaranîna berhemên tekstîlê kêm bikin,em dikarin berhemên plastîk bikar nînin.

Ev hewlên şexsî ne û bi qîmet in lewra hewlên şexsî dikare veguherin hewlên civakî.

Heger em wekî şexs li gilêşên xwe xwedî derkevin ango em nebin sedema gilêşa zêde bê guman ev dê bandorê xelkê jî bandor bike.”

“Ez dixwazim însan bi gilêşan re rû bi rû bimîne”

Peykersaz Bestamî Egî behsa armanên xwe jî kir û wiha axivî:

“Ez jî gilêşên serdema Antroposen bi awayek veguhezim û nasnameyek nû ji wan gilêşan re ava çêdikim.

Ji bo ez balê bikşînim ser qirêjbûn û talankirina xwezayê, tengbûn û têkçûna jîngeha bûneweran û mezinbûna qeyrana demsalan bi awayekî van xebatan dikim.

Di rastiyê de ez dixwazim ku mirovahî û mirov bi van gilêşên xwe ra rû bi rû bimînin.

Di ema însan tên vir bi çop û gilêşa xwe re rû bi rû dimînin.Dibêjin bele ji bo me ev çop bûn lê ev çop bi awayekî tên veguherandin.
Mirov li pêşangeha min hem peyameke wiha distînin hem jî min pîroz dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst