Amed (Rûdaw) - Heftemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê di roja 3emîn de jî berdewam dike û li gor pêşangehên pêştir, firotina pirtûkên Kurdî di pêşangeha vê carê de %60 zêde bûne.
Heta niha rojane 24 hezar kesan serdana Heftemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê kirine. Firotina pirtûkên kurdî li gorî pêşangehên berê ji sedî 60 zêde bûne. Nexasim jî pirtûkên roman, çîrok, helbest û lêkolînê. Weşangerên kurd ji firotina zêde ya pirtûkên kurdî kêfxweş in.
Amîne Acer yek ji dilsozeke pirtûkên kurdî ye. Di 7emîn pêşangeha pirtûkan a Amedê jî yekser berê xwe dide ser dezgehên weşanxaneyên kurd. Çavên xwe li pirtûkên ku nû hatine çapkirin digerîne.
Ew herî zêde ji dîwanên helbestê hez dike lê heta ji destê wê tê, romanên kurdî jî dikire û bi kêfxweşî dixwîne.
Amîne Acer dibêje: “Ez romanan jî dixwînim, ez çîrokan jî dixwînim. Herî dawiyê Yildiz Çakar pirtûka Ev Rê Naçe Bihûştê nivîsandibû. Ya herî dawî ev di hişê min de maye.”
Pêşangeha pirtûkan a Amedê ku di 28ê Îlonê de hate vekirin bi eleqeyeke mezin berdewam dike. Heta niha rojane 24 hezar kesan serdana vê pêşangehê kiriye.
Lê digel van qedexeyan jî firotina pirtûkên Kurdî îsal li gorî par ji sedî 60 zêde bûne.
Edîtorê Weşanxaneya Dara û Pirtûka Kurdî Bawer Berşev jî wiha got: “Di nava 6 mehan de nêzî 10 pirtûkên kurdî yan jî yên li ser kurdan hatin qedexekirin. Hin pirtûkên hatine qedexekirin li ser dîroka kurdan e. Hinek ji wan li ser mîtolojiya kurdan e. îsal bala min dikişîne kesên tên ser standan teqez pirtûkan distîne. Ne tenê weşanxaneya me, weşanxaneyên din jî dibêjin. Di weşanxaneyên tirkan de jî qelebalixî heye lê li weşanxaneyên kurdî jî ev qelebalixî heye. Em gelek kêfxweş in.”
Di pêşangehê de eleqeya li hemberî pirtûkên kurdî yên zarokan jî zêde ye. Hin kes van pirtûkan ji bo zarokên xwe dikirin lê hin kes jî ji bo ku xwe hînî kurdî bikin ji pirtûkên zarokan dest pê dikin.
Derbarê firotina pirtûkên kurdî de xwediyê Weşanxaneya Hîva ya Zarokan Ulku Bîngol jî got: “Ev pirtûkên zarokan e lê hin kesên temenê wan mezin jî tên pirtûkên kurdî yên zarokan dikirin û bi van pirtûkan dest bi kurdî dikin. Hin dê û bav, malbat ji zarokên xwe van pirtûkan distînin. Lê ji bo ku zarokên wan pirtûkên kurdî bixwînin, ew jî neçar dimînin ku bi wan re xwe hînî xwendine kurdî bikin. Her zarokek ku vê pirtûkê dikire di mala xwe de dibe mamosteyê/a dê û bavê xwe. Ev jî tiştekî gelek baş e.”
Pêşangeha pirtûkan a Amedê dê heta 6ê cotmehê vekirî be. Pêşangeha par 6 rojan berdewam kiribû û 109 hezar û 161 kes serdana pêşangehê kiribûn. Tê çaverêkirin ku hejmara kesên ku serdana pêşangehê dikin ji par zêdetir be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse