Şivan Perwer li ser Narînê stranek parve kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê mezin Şivan Perwer li ser Narîn Guranê stranek belav kir.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bû û ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Şivan Perwer bi rêya hesabên xwe yên torên civakî bi taga “#narin”ê stranek belav kir.

Ev stran beşek ji strana Şivan Perwer a bi navê "Dayik"ê ye.

Ev posta Şivan Perwer di nava demeke kurt de ji aliyê gelek kesan ve hat parvekirin. 

Gotinên stranê bi vî awayî ne:

“Hey lorî lorî lorî

Hey nayê nayê nayê

Serê dayîka te bi gorî

Bê te sebira min nayê”