Dengê mîrata dengbêjiya Cizîra Botan; Mesûd Cizîrî

30-06-2020
RÛDAW
Dengbêj Mesûd Cizîrî
Dengbêj Mesûd Cizîrî
Nîşan Cizîra Botan Kurdistan Mesûd Cizîrî Dengbêj
A+ A-

Cizîra Botan (Rûdaw) – Yek ji dengbêjên navdar û dengxweşên Cizîra Botanê li Bakurê Kurdistanê, Mesûd Cizîrî ye. Dengê wî hunermendî li qeraxa Çemê Dîcle yê bi ser lat û zinarên Finikê de bilind dibe.

Piştî  175 sal derbas bû niha dîsa ev erdnîgarî gefxwarinên Êzdînşêr û Xelefê Şovî bi vê dengê dawudî bi bîr tîne.

Cizîra paytextê Mîrîtiya Botanê, li welatê me her tim serkariya wêje, çand û hunera Kurdî bûye; dengên ku ji Cizîra Botan derketine, dengên bilind in û herwisa ev deng bi sedsalan e ku ji koçk û dîwanxaneyên Kurdan kêm nebûne.

Li Cizîra Botan gelek dengbêz û hozanvanên navdar ên Kurd peyda bûne ku nav û dengên wan li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye.

Mihemed Arif, Hesen, Seîd Axayê Cizîrî, Evdilcelîlê Noran, çend nûnerên dawî ne ku dengên Cizîrî ne, û  niha bi milyonan Kurd li ber tescîlatên wan têhna dilê xwe dişkênin û yek ji wan dengan jî dengê Mesûd Cizîrî ye ku wî tu carî dest ji yadîgarên bav û kalan berneda ye.

Mesûd Cizîrê li ser rêçika dengbêjên Cizîra Botan berdewam e. Ew di sala 1970an de ji dayik bûye, piştî ku diçe dibistanê dest bi strangotinê û dengbêjiyê dike.

Di wê demê de stranên Kurdî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatibûn qedexekirin. Mesûd Cizîrê dibêje: “Min bi stranên Hesen Cizîrî dest pê kir.”

Hunermend Mesûd Cizîrê, tevahiya stranên nû û kevn ên Kurdî bi şêwazê resenê Kurdî û folklorî dibêje. Ew hunemrend ji Rûdawê re dibêje: “Divê dengbêj ji civakê re ronahî be.”

Mesûd Cizîrî derbarê destpêkirina dengbêjiya xwe de ji Rûdawê re ragihand: “Sala 1970 ez hatime dinê, piştî min dest bi dibistanê kir û min stranan got, berê Kurdî qedexe bû û min staranên Tirkî digot; lê duv re ez vegeriyam Kurdî, dengê Hesen Cizîrî gelek bandorê li ser min kir û min destpêkir stranên Hesen Cizîrî got, ez dengbêjekî herêma xwe me û tu carî çavê min lê nîne ku gelek bi nav û deng bim, ez Cizîrî me û nikarim 2 roj jî ji vê bajarê veqetim.”

Mesûd Cizîrî stranên xwe jî çêdike û dibêje; lê stranên wî yên nû jî bi reseniya filklora Kurdî havênkirîne

Hunermend Cizîrî dibêje: “Dengbêj divê mirovek qenc be û rûsipiyê civata xwe be, ne tenê dengxweşî mirov dike dengbêj, divê dengbêj ji civakê re ronahî be, kesayetek mînak be, kesên ku tenê dengên wan xweşin nikarin bibin dengbêj, dengbêjî bareke giran e; mixabin Kurd ji dengbêjan gelek hez dikin; lê qedr û qîmetê nadine wana.”

Mesûd Cizîrî gelek stranên windabûyî yên Cizîra Botan ku hatibûn jibîrkirin, nû kirine û bi xelkê Cizîrê dane naskirin.

Li ser wê yekê, Cizîrî dibêje: “Gelek stranên Cizîrê hene ku îro wunda bûne, min gelek stranên ji bîrkirî derxist û bi xelkê Cizîrê da naskirin, ev berpirsyariyeke li ser milê min.”

Zivistanê di koçkan de buhar û havînê li çol û bêlan û seyranan Mesûd Cizîrî her dibêje û dibêje; carna ji duwal û parzemînên cuda yên cîhanê jî hezjêkiriyên wî lê digerin û daxwaza stranan jê dikin, niha Mesûd Cizîrî di Mala Dengbêjan a Cizîrê de dewamê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst