Alî Înanir albumeke Akustîk belav kir

30-06-2020
RÛDAW
Hunermend Alî Înanir
Hunermend Alî Înanir
Nîşan Alî Înanir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Alî Înanir ku bi Alî Dersîmî jî tê naskirin, albumeke nû ya stranan bi awayê Akustîk anku live belav kir.

Di albumê de sê stran hene ku du ji wan bi şêwezarê Zazakî (Kirmanckî)û yek jî bi Kurmancî ye, stranên hersê klîpan evînî ne.

Navê stranln di albumê de "Şev Tarî", "Derdê Giran" û "Ezu Tû" ne.

Hersê berhem ji têkst û awazên Alî Înanir bi xwe ne û karê wênegirtin û kişandina vîdeoyê jî karê wî bi xwe ye.

Alî Înanir ji Rûdawê re ragihand, ku albuma wî ya nû berhema çar mehan kar û xebatê ye.

Hunermend Alî Înanir sala 1982 li Dêrsima Bakurê Kurdistan ji dayik bûye, dema 10 salan e karê hunerî dike û di sala 2019 yekem albuma xwe bi navê "Zerrî Dej" belav kir. Ji bilî albuman, Înanir hejmarek stran bi sîngil û videoklîp jî belav kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst