Berhevkar Zeynep Yaş: Muzîk kodên me ye

Hewlêr (Rûdaw) – Berhevkar Zeynep Yaş dibêje, “divê mirov hefizeya xwe baş bizane” û tekez dike, “muzîk ji bo Kurdan ne tenê rîtmek, lê dengek e ku kodên me ye.”

Berhevkar Zeynep Yaş bû mêvana bernameya ‘Suhbeta Li Hewşê’ ya Rûdawê û behsa kar û xebatên xwe kir.

Derbarê sedema karê xwe yê berhevkirina kelepûra Kurdî de, Zeynep Yaş dibêje, “Em civakek in ku bi zarkî, bi devkî bi sirûştî perwerde bûne. Medreseya herî mezin a me malbat bûye. Bavê min ji muzîkê hez dikir. Wî kelepûra devkî ya Kurdî li hestên me dineqişand. Wê dihişt ku em gelek tam ji çanda xwe bibînin.”

Berhevkar Zeynep Yaş dibêje, “Xwenaskirin, naskirina civata xwe ye. Gava mirov bixwaze paşeroj, pêşeroj û civata xwe baş nas bike, divê mirov hefizeya xwe baş bizane.”

Zeynep Yaş derbarê muzîkê de jî dibêje, “Muzîk dengê dîrok, hebûn, huner û jiyanê ye û ji bo Kurdan jî ne tenê rîtmek e, dengeke e ku kodên me ye.”

Zeyneb Yaş sala 1974an li bajarê Sêrta Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû û Beşa Zimanê Fransî li Zanîngeha Marmarayê xwend û ev 24 sal e berhevkariya kelepûra Kurdî dike û xebat û lêkolînên xwe yên li ser çand û muzîka Kurdî berdewam dike.

Berhema bi navê ‘Şakarên Muzîka Kurdî’ ya Zeynep Yaş ku jiyan û berhemên 110 hunermend û dengbêjên Kurd tê cih digire, sala 2015an û lêkolîna wê ya derbarê jiyan û berhemên Ayşe Şanê de sala 2008an belav bûn.