AMÛDÊ - Mihemedê 15 salî xwendekar, karker û muzîkjenekî jêhatî ye

29-11-2023
RÛDAW
Mihemed Omer ji hevalên xwe re li tembûrê dixe
Mihemed Omer ji hevalên xwe re li tembûrê dixe
Nîşan Mihemed Omer Tembûr Muzîk Amûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Omerê 15 salî hem dibistanê dixwîne, hem berberiyê dike û hem jî fêrî tembûrê dibe û stranan dibêje.

Mihemed Omer dibêje min astengî nas nekirin û got, “Min tevî her tiştî û gotinên derdorê yên ku digotin dev ji tembûra xwe û stranên xwe berde, berneda.

Stran pêdiviya jiyanê ye, hûn jî stranan bêjin û muzîkê bijenin.”

Mihemed Omer, di 10 saliya xwe de diçe Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê û hewl dide hînî tembûrê bibe.

Mihemed Omer tevî xwendin û muzîkê, alîkariya malbata xwe jî dike û berberiyê dike.

Muzîkjenê biçûk diyar kir ku ew nikare dev ji muzîkê berde û dengê xwe û banga xwe ji Rûdawê re şandin.

Muzîkjenê Amûdî da zanîn ku yek ji piştevanê wî yên herî mezin ku alîkariyê dide wî malbata wî ye.

“Ez nikarim dev ji mûzîkê berdim”

Mihemed Omer diyar kir ku mûzîk ji bo wî pêdiviyeke sereke yê jiyanê ye û got:

“Ez ti carî nikarim dev jê berdim. Di vî alî de dê û bavê min gelekî piştevaniya min dikin.

Bi alîkariya wan jî min dest bi muzîkê kir û niha jî berdewam dikim.

Gelek kesen ji min re gotin ‘tu nikarî fêr bibî, paşeroja muzîkê nîne’ lê min guh neda gotinên wan.

Ez niha dikarim bixebitim, bixwînim û hînî muzîkê bibim. Hûn jî dikarin bi ser bikevin.

Ez dixwazim hemû zarok û ciwan, bi taybetî jî zarokên Rojava netirsin û hînî muzîkê bibin.

Ez spasiya Rûdawê dikim ku dengê min bilind kir.”

Li Rojavayê Kurdistanê di her malekê de amûreke muzîkê heye

Li Rojavayê Kurdistanê, di her malekê de tembûr an jî amûreke muzîkê heye.

Xwediyên malê bizanin an jî nezanin jî tembûr di koşeyeke malê de cihê xwe digire.

Li Rojavayê Kurdistanê, gelek ciwanên bi behre hene. Lewma ji ber kêmasiya navendên hînbûnê, bêderfetî yan jî ji ber ku piştgirî nayê dayîn wan, xwe pêş naxin an jî guh nadin behreya xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst