Kemanjen Jessica Grzenia li Hewlêrê ye: Muzîka Kurdî gelekî taybet e

Hewlêr (Rûdaw) – Kemanjena navdar a Polonyayî Jessica Grzenia, li Hewlêrê ye.

Kemanjena ku berê berhema Diliad Seîd a “Kevok im” jendibû ji bo reklama projeya “Qeywan Mîrador”ê li Hewlêrê ye.

“Muzîka Kurdî gelekî taybet e”

Jessica Grzeniayê ji Rûdawê re destnîşan kir ku ew ji muzîka Kurdî gelekî hez dike û got:

“Li gorî min, muzîka Kurdî gelekî taybet e. Wekî mînak, ‘Kevok im’ gelekî bibandor e.

Hem şopên muzîka klasîk dihewîne hem jî gelek hêmanên wê yên taybet hene. Vê yekê jî muzîk gihandiye asteke cuda.”

“Dixwazim li ser berhemeke Seyîd Ehmed bixebitim”

Kemanjena navdar da zanîn ku wê li Hewlêrê hunermendê Kurd Seyîd Ehmed Rewandizî jî dîtiye û dixwaze li ser berhemeke wî bixebite.

Jessica Grzeniayê li ser vê projeya xwe got:

“Di hişê min de berhemeke Seyîd Ehmed heye, ez difikirim ku li serê bixebitim. Dema ku ez berhemeke cuda dibînim dixwazim li serê bixebitim.

Dema ku ji berhemekê hez dikim û xelk dixwaze wê berhemê bijenim, ez vê bi kêfxweşî dikim.”

Kemanjen Jessicaya ku 7 saliya xwe ve kemanê dijene bi jendina “Kevok im”ê di nav Kurdan de hatibû naskirin.