Hunermendê Efrînî tevî rewşa zehmet karê bav û kalan didomîne

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Efrînê tevî rewşa zehmet a ku tê de dijî jî karê ku ji bav û kalan re jê re maye berdewam dike.

Hunermend Cemal Bakîr, ji malbateke hunermend a Efrînê ye.

Bavê wî mûzîkjen bû, herwiha Cemal û sê birayên xwe jî li tembûrê didin.

Cemal Bakîr ji gundê Coqê yê Efrînê ye.

Cemal Bakîr herwiha pîşeya çaksazkirina tembûr, biziq, ûd û amêrên din ên mûzîkê dike.

Çaksazkarê amûrên mûzîkê yê Efrînî Cemal Bakîr go:

"Ez niha karê çêkirin û firotina tembûran dikim.

Tembûrên kevn û şikestî tên ez wan çak dikim. Eger tembûrek çiqasî şikestî be yan têk çûbe, ez wê çak dikim.

Weke vê tembûrê, kevn e, dibe bihayê wê li cem xelkê tune be lê li cem xwediyê wê heye.

Ji ber ku ev tembûreke kolanê ye, dibe temenê wê 50 sal be.

Xwediyê wê dixwaze wê parastî hilîne, ji ber ku dibêje ew tembûra bavê min e, ya bapîrê min e.

Çiqasî şikestî be jî ez wê bi hev ve dikim û çak dikim."

“Karê bav û kalên me ye”

Cemal Bakîr ev şarezahî, ji bav û kalan wergirtiye û jê hez dike.

Cemal Bakîr li ser pêwendiya xwe û tembûrê anî ziman:

"Min ev kar jî kir, ji ber ku karê bav û kalên me ye.

Tembûr tiştek e ku bi kultûra me ve girêdayî ye.

Ji bav û kalan ji me re maye, derbirîna tiştê di dilê mirov de dike. Em hest û nestên xwe bi rêya vê tembûrê derdibirin.

Min jî ji vî karî hez kir û xwest vî karî biarêzim."

Zarokên xwe jî fêr dike

Behredarê Efrînî zarokên xwe jî fêrî hunerên mûzîk, stranbêjî û wênexêziyê jî dike.

Wiha jî, keça wî Rojda û xwişkên xwe, hewl didin gaveke baş di van waran de biavêjin.

Zaroka hunermend Rojda Cemal Bakîr got:

"Ez ji Efrînê me, ji wênexêziyê gelekî hez dikim.

Niha ez li cem mamoste Gulistan xwe fêrî wênexêziyê dikim.

Me çar pêşangeh vekirin, yekem ji wan li Anadolê bû, duyem jî bi mamoste Xalib Hessûn re bû, ya sêyem jî bi navnîşana Şûkirina temenbiçûkan bû lê ji ber hin sedeman pêşangeh venebû.

Ya çarem jî bi mamoste Qasim re li ser êşa Sûriyeyê û erdhejê bû. Ez ji wênexêziyê pir hez dikim."

Herêma Efrînê, bi behredar, hunermend û pîşekarên xwe naskirî ye.

Rewşa zehmet a ku tê de dijîn, nebûye rêgir li ber wan ku huner û çalakiyên xwe bi serkeftinan bixemilînin.