Hewlêr (Rûdaw) – Weşanxaneya Avestayê ku navenda wê li Stenbolê ye û piranî derbarê dîrok, çand û edebiyata Kurdî berhemane belav dike, 14 pirtûk bi hev re belav kirin.
Damezrêner û Rêveberê Weşanxaneya Avestayê, Abdullah Keskîn ji Rûdawê re ragihand ku wan 14 pirtûkên weke roman, helbest, çîrok û lêkolînên derbarê çand û dîroka Kurdan de bi hev re belav kirin.
Abdullah Keskîn diyar kir ku wan ji ber pandemiyê derfeta wan nebû, pirtûkên xwe çap bikin, lê piştî ku rewş hinek hatiye asayîkirin karîn pirtûkên xwe çap bikin.
Keskîn herwiha da zanîn ku ji wan pirtûkan beşek cara ewil e ku hatine çapkirin û beşek jî pêştir hatibûn çapkirin, lê çapên wan nebûn lewma dîsa çap kirine.
Pirtûkên hatine çapkirin ev in:
Sûret ul-Erd
Yek ji berhemên herî kevn (sedsala 10an) ên cografyayê, “Sûret ul-Erd”a Ebû Qasim Mihemed ibn Elî Ibn Hewqelê Mûsiliyê Bexdadiyê Nisêbînî êdî bi kurdî ye.
Berhema Ebû Qasim Mihemed ibn Elî Ibn Hewqelê Mûsiliyê Bexdadiyê Nisêbînî ya bi navê “Sûret ul-Erd” hat çapkirin û belavkirin. Sûret ul-Erd ji aliyê Emîn Narozî ve hatiye amadekirin û beşên li ser kurdan ji erebî hatine wergerandin.
Ebû Qasim Mihemed ibn Elî Ibn Hewqelê Mûsiliyê Bexdadiyê Nisêbînî di sedsala dehan de (m. 977) jiyaye. Ew yek ji wan bazirganên geştiyarê/geştîvanê rewşenbîr bûye ku di sala 331/942an de ji Bexdayê ketiye rê û çûye Mexrib û Sicîlya, li welatên Endilusê û yên din geriyaye, hatiye gotin ku ew çavdêrê fatimiyan bûye.
Hinara Dawî ya Dinyayê
Çapa duyem a romana Bextiyar Elî “Hinara Dawî ya Dinyayê” derket. Besam Mistefa ev romana Bextiyar Elî ji Soranî bo Kurmancî veguhestiye.
Bextiyar Elî dibê, “Eger ez bimirim û bihêlin ez kitêbeke tenê bi xwe re bibim wê dinyayê, ji nav hemû kitêb û berhemên xwe, ez ê ‘Hinara Dawî ya Dinyayê’ bi xwe re bibim!”
Ji romanê:
“Min peymana xwe bi wê darê re mohr kir û min çuqliyekî piçûk ji bo bîranînê jê kir û min ew şemirand. Her kesek ji we rojekê ji rojan riya we ket bin wê darê de peymana xwe mohr bikin û çuqliyekî piçûk ji bo bîranînê jê bikin û wê bişemirînin. Divê însan careke din xwe bi awayekî din bi jiyanê bide naskirin. Di wê kêlîkê de ku min xwe bi hinara dawî ya dinyayê dida nasîn, min hest kir ez êdî dest bi jiyaneke nû dikim. Min hest kir min ew tişt dîtine ku ez ji bo wan dijîm, min ew armanc dîtiye ku divê ez bidim pey…”
Memê Alan
Çapa nû ya “Memê Alan” ku Roger Lescot bi alîkariya Celadet Alî Bedirxan, di salên 1930î de berhev kiribû, derket. Çapa yekê li Avesta, 1997an bûbû û ev çapa çaran e.
Bedirxan ji bo “Memê Alan” wiha dibêje: “Folklora Kurdan ewçend mezin û fireh e ko em pê dikarin îftîxar bikin û di nav xelkê de serfiraz bigerin. Di folklora me de, bêşik şaherser Memê Alan e. Memê Alan malê miletekî Ewropayî biwa Xwedê dizanê di heqê wê de heta niha çend cild kitêb dihatine nivîsandin. Me Kurdan ewçend guh nedayê, ji flaîr û rêberê me ê mezin Ehmedê Xanî pê ve. Belê Xanî berî sê sed salî bi qîmeta vê destançîrokê hesiya û rabû li ser hîmê Memê Alan kitêba xwe a mezin û abadîn Mem û Zîn anî wicûdê. Bi gotinên din Memê Alan bi navekî din bi nav kir û jê re Mem û Zîn got û ferqin xiste navbera çîrokiya xelkê û esera xwe. Ji xwe herwekî nas e, Xanî bi hênceta çîrokê deng li miletê xwe kir û dil kir ko wî li nijad û qewmiyeta wî hişyar bikit.
Ji hingê ve ji 300 salî bêhtir wext di ser me ve çûne. Kesî guh neda Memê Alan, heta roja ko Kurdîzanê hêja û bilindpaye Mr. Roger Lescot ew digel tercimeke Fransizî gihande çapê.”
Dîroka Erdelanê
“Dîroka Erdelanê - Hoz, Tîre û Tayfeyên Kurd li Kurdistana Erdelanê” ya Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî) ku yekem dîroknasa jin a Kurd e.
Ev berhem, ji du berhemên ku bi eslê xwe farisî bûne, ji farisî hatiye wergerandin ser Kurdiya Soranî û Ziya Avcı jî ew kirine Kurmancî. Dokumenta yekê ku dibe esasê materyalê vê kitêbê, xebata Mah Şeref Xanima Erdelanî (Mestûre Xanim) ye ku navê wê Dîroka Erdelanê ye.
Ew ji aliyê Nasir Xanê Azadpûr ve bi farisî hatiye amadekirin û weşandin. Hejar Mukriyanî, xebat wergerandiye ser Kurdiya Soranî. Lê ew bi xebata Mah Şeref Xanimê tenê nemaye, hin xebatên li ser Mîrektiya Erdelanê yên jî kiriye nav vê xebatê.
Dokumenta din jî raporeke bi zimanê farisî ye ku hemû eşîrên Mîrekiya Erdelanê yek bi yek dide nasîn. Nivîskarê raporê ne diyar e, lê îhtîmaleka mezin ew ji bal pispor-karmendekî Îrana dewra şahîtiyê ji bo agahîdana navenda desthilatê hatiye nivîsîn. Ev rapor ji nav arşîva Celadet Alî Bedirxan derketiye.
Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî) dibêje: “Ez a bêqîmet û hejar ya navê wê Mestûre -ku “Dîroka Erdelanê - Hoz, Tîre û Tayfeyên Kurd li Kurdistana Erdelanê” ku ji aliyê Ziya Avci ve bo Kurmancî hatiye veguhestin ji 240 rûpelan pêk tê.
Derza Dilê Min
Romana nû ya Firat Cewerî, “Derza Dilê Min” derket.
Di danasîna pirtûkê de wiha hate gotin: “Lehenga sereke Malîn di nav agirê evînê de dişewite. Evîna ku ji nişkê ve derketiye hemberî wê, tavilê jî jê bi dûr ketiye. Ew bi nameyan dilê xwe ji Alanê hezkirê xwe re vedike, bi gotinan hezkirina xwe ya bêpîvan radigihînê û di cîhana xeyal û fantaziyan de pê re jiyaneke pak, romantîk, erotîk û bêsînor dijî. Lê name yekalî ne.”
Gullepeyv
Dîwana Şalaw Hebîbe ya bi navê “Kitêbêk le barey ew gulleye ke hezar sal e teqênrawe w çend hezar sal e lêm degerrêt” (Kitêbek derbarê wê gulleyê de ko hezar sal e hatiye teqandin û çend hezar sal e li min vedigere) bi navê “Gullepeyv” êdî bi kurmancî ye.
Ev dîwana Şalaw Hebîbe Şalaw Hebîbe ji Soranî ji aliyê Osman Mehmed bo Kurmancî hatiye veguhestin,
Yazdehok
Nivîskara ji Rojavayê Kurdistanê Gewher Fetah “Yazdehok” nivîsandine û bi heman navî bûye kitêb.
Tarantîno, babê min û ez
Yekem berhema Şehmus Kurt “Tarantîno, babê min û ez” derket.
Ev pirtûka Şehmus Kurt a helbestan “Tarantîno, babê min û ez” ji 80 rûpelan pêk tê.
Helbesta ku navê xwe daye kitêbê:
“tarantîno derhênerekî manyaq
ez ne derhêner ne manyaq
babê min ne ez ne tarantîno
babê min mêrekî bi şertêd xwe
ez mêr ne bi şertêd babê xwe
tarantîno ne ez ne babê min
ez û babê min û tarantîno
tarantîno û ez û babê min
babê min û taratîno û ez
ber bi mirinê ve lez û bez”
Siwarekî Bênîştiman
Piştî “GulûCinûKavil” û “Li Dor Kêvjalan” berhemeke nû ji Osman Mehmed, “Siwarekî Bênîştiman”derket.
Pirtûka helbestvan Osman Mehmed “Siwarekî Bênîştiman” ji 112 rûpel pêk tê.
Ji pirtûkê helbestek:
“em bi diyarî şarekî ketin
rê bi ser hev de diqulibîn
li ber derwazeyên şar eşîreke winda em pêşwazî kirin
navên xwe yên berê ji bîr kiribûn
digotine xwe Bêdawiyan
pirsîn ji min ê siwar
kê xera kir tevna pîrê, heval?
siwarekî dî peya bû û hate pêş, got min!
ew birin bi alî xwe û rîspiyek ji nav wan:
piştî heft gerên hîvê dê ciza lê bête birîn!
û binevş û nêrgiz û sosin avêtin ber hespan”
Kirasê Min Bibore
Kitêba Fatime Ferhadî, “Kirasê Min Bibore” derket. Kurmanciya wê Osman Mehmed amade kiriye û 72 rûpelan pêk tê.
helbest ji pirtûkê:
“Li pişt çirkeyên min rûne
Û jinekê bijmêre ji bo hemû mewsimên xwe
Ji kirasekî yekcar şîn dibarim û
Asman hecmekî derew e li pişt deriyê serê bên
Wextekî bi cotek pêlavên panî deh santîmî
Ji derzên xewşikandinên te têm
Û ruhê min ne di tabloya wênesazekî de
Û ne di mexzenê de venahewe”
Beytikên Nifiran
Pirtûka Nûroj Mûnzûr a Beytikên Nifiran hat belavkirin. Ev pirtûka helbestan a Nûroj Mûnzûr ji 80 rûpelan pêk tê.
Helbestek ji pirtûkê:
“Dema ez hatime dinê
Diya min qarçikî bûye ji ber min
Di sir û seqemê de
Bavê min sobe ji ber diya min kêşaye
Li serşokê
Di bin ava germ
Li ber têhna sobê
Stran gotine bavê min”
Haiku
Çapkirina berhemên giştî yên helbestvanê Kurd Berken Bereh berdwam e. Kitêba vê care hatiye çapkirin “Haiku” ye. Ev berhema 6mîn a Berken Bereh e ku ji weşanxaneya Avestayê derdikeve.
Minakek ji haikuyên Berken Bereh:
“Îşev nîvçe ye heyv
ez nîvçe me
gerdûn û ew kerr û lal”
Dinivîsim Yûsif
Kitêba Hêro Kurde “Dinivîsim Yûsif” bi kurmancî derket. Ji soranî Osman Mehmed kiriye Kurmancî. Hêro Kurde ji Kerkûkê ye û heta niha du berhemên wê çap bûne.
Helbestek ji ji berhemê:
“Destên te çiraya min in
Ku digihîjin stêrka tarî
Kevok ji devê min difirin
Gava zimanê te dipeyive
Zimanên min
Lal dibin
Gişta min şiliyê dinivîse
Ez hizra zimanê vê axaftinê dikim
Tu yek ziman û Ez du
Peyvîneke dengdar
Li vî aliyê derî nîne”
Cemiyeta Millî ya Kurd
Pirtûka “Kürt Milli Cemiyeti Xoybûn İlk Milliyetçi Kürt Örgütüne Dair Efsaneler ve Gerçekler” (Cemiyeta Millî ya Kurd û Efsane û Rastiyên Derbarê Yekem Rêxistina Netewperwer a Kurdî de) ku gelek belgeyên ji aşîva Fransî lixwe digire ji aliyê Jordî Tejel Gorgas ve ji arşîvên Fransî hate amadekirin û Heval Bucak bo zimanê Tîrkî vegerandiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse