Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî: Sorgula ji Rojavayê bû yekem

29-05-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Sorgul Hiseynî xelata xwe werdigire/Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sorgul Hiseynî xelata xwe werdigire/Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî Qoser Mêrdîn Sorgul Hiseynî
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê dibistaneke dewletê ve 4emîn Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî hat lidarxistin.

Pêşbirk her sal li ser navê helbestvanekî Kurd tê lidarxistin.

Îsal jî Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî li ser navê Ehmedê Xanî hat sazkirin.

Ji 28 dibistanan 28 xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartiye tevlî pêşbirkê bûn.

Di pêşbirkê de xwendekareke koçber a ji Rojavayê Kurdistanê de bû yekemîn.

“Her sal li ser navê helbestvanekî Kurdan tê kirin”

Endamê Jûriya Pêşbirkê Kenanê Nado got, “Her sal li ser navê helbestvanekî Kurdan tê kirin.

Di serî de li ser navê Baba Tahir hat kirin, paşê li ser navê Melayê Cizîrî.

Par li ser navê Feqiyê Teyran bû, îsal jî li ser navê Ehmedê Xanî ev pêşbirk hat lidarxistin.”

Sorgula ji Rojavayê Kurdistanê bû yekem

Di pêşbirkê de keça penaber a ji Rojavayê Kurdistanê Sorgul Hiseynî bû yekemîn.

Yekemîna pêşbirkê Sorgul Hiseyniyê kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:

“Xweş bû. Min xweş xwend, min xweş xwend ew li gorî wan bû. Bes dîsa ez bûm yekemîn. Spas dikim.”

“12 sal in em hatine vê derê”

Xerîbê Hiseyniya dêya Sorgulê got, “Qîza min bû yekemîn, kêfa min pir hat.

Em ji Dirbesiyê ne. Va ye îsal 12 salên me ne ku em hatine vê derê.”

Di pêşbirka xwendina helbestên Kurdî de hem kelecan û hem jî coşeke mezin hebû.

“Tameke pir xweş e”

Qedîr Tutar diyar kir “Tameke pir xweş e.

Ji vê sibehê saet 9:00an ve em hatine li vir sekinîne.

Tu rastî bixwazî em nizanin wext çawa derbas bû.”

“Hesteke pir xweş e”

Mamoste Neslîxan Guneşê hestên xwe wiha anîn ziman:

“Hesteke pir xweş e. Wextê em wan li ser dikê dibînin, em kêfxweş dibin.”

“Ez dixwazim zarok ji Kurdî hez bikin”

Xwendekar Ecrîn Narînê got, “Ez dixwazim zarok Kurdî zanibin. Jê hez bikin.”

Ev pêşbirk ji bo dibistanên Mêrdînê û hemû navçeyên wê êdî bûye kevneşopiyeke wêjeyî.

Ev kevneşopî bûye gotin û ji zimanê van zarokan diherike ser kaniya Kurdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst