Li Dêrsimê şêwekarek dar û keviran dineqişîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Geliyên Munzur û Pilemûriyê yen parêzgeha Dêrsîma Bakurê Kurdistanê şêwekarek dar û keviran dineqişîne.

Şêwekarê bi navê Murat Ozan, gav bi gav li wan geliyan digere, ber û perçeyên daran berhev dike daku bi rengan bixemîlîne.

Şêwekarê 40 salî, bi rêbaza xwe li ser ber û daran wêneyan çêdike û dixwaze berhemên xwe bo siberojê bihêle.

Murat Ozan dibêje “Wek hunermendekî ez li warekî dewlemend dijîm. Dema mirov di nav xwezayê de be zêdetir hest bi her tiştî dike. Dest danîna dar û keviran hestên xweş bo mirov çêdike.”

Ozan ji dibistana seretayî ve wêneyan çêdike û piranî neqşên wî pezkovî, şilêr, dîmenên xwezayê û derbarê jiyana gundan de ne.

Murat Ozan got jî “Bi taybetî ji bo hemû kes di ferqa xwezayê de be ez dar û keviran bikar tînim. Ji ber naxwazim ew tişt ji aliyê hinek kesan ve bên şewitandin û jinavbirin.”

Şêwekar dibêje vê zivistanê hejmarek berhem çêkirine û dê havînê pêşangehekê veke.

Herwiha armanc dike ku pereyên bidest bixe ji bo ajelên bêxwedî bikar bîne.