Îlhamî Sîdar: Li cîhanê kes di asta Melayê Cizîrî de nîne

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û helbestvanê Kurd Îlhamî Sîdar ku heta niha çend pirtûkên helbestan, çend roman hem bi kurdî, hem tirkî nivîsandine û weşandine dibêje gava ku wî Dîwana Melayê Cizîrî xwend hemû bîr û nêrînên wî yên li ser helbest û edebiyatê serûbino bûn. Îlhamî Sîdar herwiha amaje kir ku Melayê Cizîrî ji tevahiya helbestvanên cîhanî jîrtir e.

Lêkolîner, nivîskar, helbestvan û wergêrê Kurd Îlhamî Sîdar bû mêvana bernamye “Suhbeta li Hewşê” ya Rûdawê û behsa xebatên xwe û Dîwana Melayê Cizîrî kir.

Îlhamî Sîdar diyar kir ku wî yekem di warê edebiyatê de bi tirkî dest bi xwedin û nivîsandine kiriye piştî 20 saliya xwe ji edebiyata Kurdî agahdar bûye û got wî di sala 2003yê de biryar daye ku li ser Kurdî bixebite û Kurdiya xwe pêş bixe.

Îlhamî Sîdar ku klasîkên, Farsî, Tirkî û cîhanî xwendiye, “Dîwana Melayê Cizîrî” jî wergerandiye zimanê Tirkî ku wek yek ji şahpirtûkên edebiyata klasîk a Kurdî tê qebûlkirin.

Nivîskarê Kurd dibêje dema wî yekemîn helbesta Melayê Cizîrî xwend, hemû bîr û nêrînên wî yên li ser edebiyat û helbesta cîhanî serûbino bûn wiha pê de çû: “Dema min cara ewil helbesta Melayê Cizîrî xwend ku bi şêwaya nazirê hatiye nivîsand, hemû nêrînên min ên derbarê helbest û edebiyata cîhanê de serûbino bûn. Ji Puşkîn bigre heta Bodler Rembo, ji Samuel Taylor Coleridge bigire heta Response, William Butler Yeats û Walt Whitman û ji William Shakespeare heta Dante û Homeros. Ne wekî Kurdek wekî xwendevanek, dema min Melaya Cizîrî xwend, min got ev ji hemûyan jîrtir e, bi tenê Hafizê Şîrazî dikare di asta wî de be, lê bi xwedê helbestên wî ji yên Xeyam jî xurttir e. Tu jî dizanî ez ne ji aliyê neteweperweriyê ve lê dinêrim.”

Bi gotina Îlhamî Sîdar wî ne kemî 20 caran dîwana Melayê Cizîrî xwendiye û ew dibêje: “Dema ez ji dinyayê aciz û bêhna teng dibim, çend helbestan ji dîwana Melayê Cizîrî dixwînim aram dibim. Mela bêhna min vedike. Dîwana wî ne tenê helbeste, ne bi tenê edebiyate, ne bi tenê felsefeye, ne tenê zaniste, ew her tişt e. Li her mala Farsekê dîwana Hafizê Şîrazî heye, divê li her mala Kurdekê jî Dîwana Melayê Cizîrî hebe.”

Îlhamî Sîdar herwiha da zanîn ku ew niha li ser destna Memê Alan dixebit e, dibe ku ew heta payîzê ew berhema wî were çapkirin.

Îlhamî Sîdar kî ye?

Helbestvan, romannivîs û wergêrê Kurd Îlhamî Sîdar sala 1965 li Misirca Sêrtê hate dinyayê. Misirc bi Tirkî jê re dibêjin (Kurtalan) yek ji navçeyên Sêrtê li Bakurê Kurdistanê ye, li Deşta Xerzan dimîne û cihê xwe li quntara çiyayê Gurdilan vegirtiye. 

Îlhamî Sîdar li Zanîngeha Enqerê, beşa Edebiyatê qedandiye. Sîdar bi herdu zimanên Kurdî û Tirkî dinivîse. 

Berhemên wî yên çapkirî jî ev in: 

Sozlerin Yalazinda/Pêta Peyvan (Helbest, 1999), Bir Cudi Soylencesi/Efsaneyeke Cûdî (Roman, 2003), Alişkin Huzunler/Kedernas (Helbest, 2004), Melekler de Olur/Melayiket jî Dimirin (Roman, 2005), Daglı/Çiyayî (Roman, 2007), Başka Gokyuzu/Esmanekî Din (Roman, 2009), Tehma Xweliyê (Roman, 2011), Jan (Roman, 2012/ adaptasyon ji romana Melayiket jî Dimirin), Sadakat/Dilsozî (Roman, 2014), “Xewneke Payîzê” (Roman, 2015) Şiirli Dag/Çiyayê bi Şi'r (Roman , 2016), Masum Saat / Dema Xwerû (Helbest, 2017), Dîwana Melayê Cizîrî, (Werger, ji Kurdî bo Tirkî, 2018).