Mizgîn Hesko berhema xwe ya nû belav kir

29-03-2020
Besam Mistefa
Nîşan Mizgîn Hesko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê çapa duyem a berhema helbestvan û nivîskara Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Mizgîn Hesko bi navê “Li ber pala welatekî birîndar diherikîm” ji nav weşanên Serserayê derket.

Berhema “Li ber pala welatekî birîndar diherikîm” ji helbestan pêk tê û bi serpereştiya Xwediyê Weşanxaneya Serserayê Dr. Beşar Mistefa hate çap û belavkirin.

Tabloya bergê ji aliyê şêwekarê Kurd Luqman Ehmed ve hatiye çêkirin. Çapa yekem a vê berhemê sala 2012an ji aliyê Weşanên Han li Berlînê hatibû çapkirin.

Mizgîn Hesko 20ê mijdara 1973an li gundê Şelhûmiyê yê ser bi bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Di destpêka karê xwe yê wêjeyî de bi zimanê erebî dinivîsî, lê paşê dest bi nivîsîna bi zimanê kurdî kir û ta niha jî bi zimanê dayika xwe berheman diafirîne.

Sala 1988an û piştî bombebarankirina bajarê Helebce li Başûrê Kurdistanê Mizgînê yekem helbesta xwe bi navê (Kes nehiştin) di Gelawêjê de belav kir. Gelek berhemên çapkirî yên Hesko hene wek: Tîpên Evînê, 2007, çapxaneya Bafet - Asoyekî tijî endeko, 2008, Weşanên Han - Di nav henasên kovanan de, 2010, Weşanên Han - Ristek Lale, 2013, Weşanên Han.

Mizgîn Hesko ji sala 1996an û heta niha li Almanyayê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst