Kurê Seîd Yûsif: Em dê rêya bavê xwe berdewam bikin

29-02-2020
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Zoro Seîd Yûsif ji Dilbixwîn Dara re behsa bavê xwe û hevaltiya wî dike
Zoro Seîd Yûsif ji Dilbixwîn Dara re behsa bavê xwe û hevaltiya wî dike
Nîşan Kurdistan Kurd Seîd Yûsif
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurê hunermendê Kurd Seîd Yûsif, Zoro Seîd Yûsif ku bi xwe jî hunermend e, ragihand ku ew dê rêya bavê berdewam bike, lê ew rêyeke dirêj û gelekî zehmet e.

Kurê hunermendê Kurd Seîd Yûsif, Zoro Seîd Yûsif beşdarî bultena taybet a Rojavayê Kurdistanê li Rûdawê bû û behsa jiyan û hevaltiya bavê xwe kir.

Zoro Seîd Yûsif got, bavê wî ne tenê bavek bû, ew ji wan re hevalek bû, gelekî delal bû, ti caran gotineke nexweş ji wan re negot û her demê rêya baş û rast nîşanî wan dida.

Zoro, herwiha diyar kir ku ew dê  riya bavê xwe berdewam bike, lê ew rêyeke dirêj û gelekî zehmet e.

Hunermendê Rojavayê Kurdistanê Seîd Yûsif roja Çarşemê 26ê Sibatê piştî xizmeteke dûr û dirêj bo hunera Kurdî, li welatê Tirkiyê û li nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê koça dawîn kir.

Cenazeyê Seîd Yûsif duh bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl derbasî Başûrê Kurdistanê bibû û îro jî bi rêya deriyê Pêşabûrê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li bajarê jidayîk bûye li taxa Qidurbeg a bajarê Qamişlo hate veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst