Rojda klîbek nû belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend û stranbêja Kurd Rojda nûtirîn vîdeo klîpeke bi navê Heyrana belav kir.

Stranbêja Rojda strana xwe ya ji albûma “Bazin” a bi navê “Heyrana” weke klîp jî belav kir.

Gotin û muzîk a strana Heyran ji aliyê Rojda bixwe ve hate nivîsandin û amadekirin.

Derhêneriya muzîkê Erdem Altinses kiriye û derhênerê klîbê jî Nuro Aksoy bûye.

Rojda pêştir Endama koma muzîkê ya Gulên Xerzan Rojda bû û bi şirovekirina stranên klasîk mîna strana “Wer Helîmê” dengê xwe gihand mîlyonan. Rojda ku dikare li tenbûr, dahol û erbanê bixe di heman demê de solîstiya Koma Asmîn a ji jinan jî bû.

Rojda di sala 1978an de li Tutun, gundekî navceya Misircê ya Sêrtê, ji dayik bûye. Di 12 saliya xwe de dest bi xebatên muzîkê kir.