Modela Filistînî Bella Hadid: Her roj gefên kuştinê li min dixwin

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Bella Hadid Filistîn Îsraîl Xeze Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Modela navdar a Filistînî Bella Hadid, ji ber ku di êrişên Hemas û Îsraîlê de bêdeng ma rastî bertekan hatibû.

Bella Hadîdê got, “Her roj gefên kuştinê li min û malbata min dixwin.”

Eşkere bû ku modela Filistînî ya 27 salî demeke dirêj e ji ber nexweşiya Lymeyê tê dermankirin.

Bella Hadid her tim ji bo Filistînê peyamên piştgiriyê parve dikir.

Lewra di pêvajoya şerê Îsraîl û Hamasê de bêdeng ma. Ji ber vê sedemê jî, bêdengiya Bella rastî bertekan hat.

Supermodela Filistînî Gîgî Hadîl û li pey wê xwişka wê Bella Hadîd li hemberî şerê Îsraîl û Hamasê axivîn.

“Her roj gefên kuştinê li min dixwin”

Keça karsazê Filistînî Mihemed Hadîd, Bella Hadîd li Amarîkayê ji dayîk bû û li wê derê mezin bûye.

Bella Hadid ji bo bêdengiya xwe lêborîn xwest.

Li gorî nûçeya NTVyê Bella Hadidê gotiye “Her roj gefên kuştinê li min dixwin.

Hejmara telefona min hatiye belavkirin û jiyana malbata min di xeterê de ye.”

Bella Hadid diyar kir ku ew êdî bêdeng namîne û got:

“Tirs ne vebijêrkek e. Zarok û gelên li Filistînê û nexasim gelê li Xezeyê nikarin bêdengiya me ragirin. Ne em, ew pir wêrek in.

Ez ji bo zarokên ku di êrişên li Xezeyê de jiyana xwe ji dest daye û kesên ku endamên malbata xwe wenda kirine xemgînim û di şînê de me.”

“Cîhan me wekî terorîstên li dijî aştiyê dibîne”

Model Bella Hadid wiha berdewam kir:

Eger em paşeroja herêmê bidin aliyekî, ez her êrîşeke terorîstî ya li dijî sivîlan şermezar dikim.

 Ti zarok an mirov ji malbata xwe nayê qutkirin. Ev ji bo gelên Îsraîlê û gelên Filistînê jî derbasdar e.

Zehmet e mirov fem bike ku Filistînîbûyîn çiqas giring e. Cîhan, me wekî terorîstên ku li dijî aştiyêne dibîne.”

“Yasayên şer hene”

Hadidê got, “malbata min 75 sal in dibe şahidê tundiya li dijî Filistînê ye” û wiha berdewam kir:

“Ez daxwaza yekîtiyê dikim. Ez vê ji serokên ku dibêjin ‘Divê em bi hev re tevbigerin’ jî hêvî dikim. Em hemû yekin. Xweda me hemûyan wekhev afirandiye.

Yasayên şer hene. Çi dibe bila bibe pêwîst e ev yasa neyêne binpêkirin. Li ku dibe bila bibe pêwîst e di vê mijarê de guvaşê li rêberan bikin.

Pêdiviyên lezgîn ên li Xezzeyê divê neyên jibîrkirin. Divê em piştrast bikin ku sivîlên Filistînî yên bêguneh di vî şerî de neyên jibîrkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst