Polîs ji ber strana Kurdî mikrofona Dodan ji destê wî derxist

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê polîsekî di dema konserê de ji ber strana Kurdî mikrofana hunermendê Kurd Dodan ji destê wî derxist û nehîşt strana Kurdî bibêje.

Duh roja Înê (27.09.2019) polîsan bi ser kafeya ku Dodan konser dida de girtin û polîsekî nehîşt Dodan strana xwe ya bi Kurdî bidawî bîne.

Dodan dema strana “Ey Dilberê” digot polîsek nêzîkî wî dibe û mikrofonê ji destê wî derdixine û jê re dibêje ku “weke pêşbirka `Ew Dengê Tirkiyê` li Êlihê jî gotina stranên Kurdî qedexe ye.”

Piştî wê yekê Dodan jî li hemberî polîs bertekên xwe nîşan da û got: “Hûn hevwelatî ne û ez jî hevwelatî me. Çawa mafên we yên yasayî hene wisa yên min jî hene. Dibe hûn li vê derê erkdar bin, lê ez jî Stenbolê bo konserê hatime. Mafê te nîne tu mikrofonê ji destên min derxinî.”

Parlamenterê CHPê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî li ser hesabê xwe yê twitterê bertek nîşan da û got êdî erka wî ye ku li parlamentoya Tirkiyê strana Ey Dilberê bide guhdarkirin.