Almanya - Şêwekara Kurd bi 'Hezkirina Bi Heft Dilan' beşdarî pêşangeha 'Rêyên Ronahiyê' bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kassel yê Almanyayê, pêşangeheke taybet a bi hunera ronahiyê hat vekirin û şêwekara Kurd, Arya Etê li gel 11 hunermendên din beşdar bû û berhmên xwe pêşan dan.

Pêşangeha bi navê “Rêyên Ronahiyê” (LichtWege)ev 22 sal in li bajarê Kasselê yê Almanyayê tê lidarxistin.

Di pêşangehê berhemên hunera ronahiyê yên hunermendan tên nîşandan.

Pêşangeha ku îsal şêwekara Kurd Arya Etê jî tê de beşdar e 12 vê mehê dest pê kir û dê heya 10 Tebaxê berdewam bike.

Arya Etê bi karên xwe yên hunerî yên di bin navê "Hezkirina Bi Heft Dilan" de beşdarî pêşangehê bûye ku navê xwe ji efsaneyeke Kurdî hatiye wergirtin û mûzîka Kurdî jî bi kar aniye.

Derbarê vê berhema xwe Arya Etê ji Rûdawê re got ku dema ku wê çîrokên herêma xwe Kobaniyê kom kirine, wê di nava pirtûkeke bi Almanî de çîroka keçekê bala wê kişandiye ku digotin “Bi Heft Dilan” ji xortekî hez kiriye.

Lewma wê jî biryar da ku karekî hûnerî bi rêya rohanî di bin vî navî de bike û dibêje hezkirin bi xwe ronahiyê ye.

Arya Etê diyar kir ku ev çîrok bala her kesê ku tê serdana pêşangehê dikşîne û xelk bi malbatî tê serdanê û ev corên pêşangehan li aliyê xelkê bajarê Kasselê ve gelekî tê hez kirin.

Arya Etê ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û dixwaze vê pêşangehê li Hewlêrê jî veke.

Şêwkara Kurd Arya Etê da zanîn ku ev salek e hewldaneke bi vî awayî dike ku vê pêşangehê bi hevbeşî li gel hejmareke şêwekarên Alman li parka Samî Ebdulrehmanê veke.