'Name ji Mustafa Kemal re' bo Kurdî hat wergerandin

28-02-2023
RÛDAW
Nîşan Name ji Mustafa Kemal re Mîr Celadet Elî Berdirxan Mihemed Îzeddîn Kurdî Soranî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Name ji Mistefa Kemal re, ku ji aliyê Mîr Celadet Elî Berdirxan ve hatiye nivîsandin, bo kurdî (soranî) hat wergerandin.

Wergêr Mihemed Îzeddîn, piştî pirtûka Îsmaîl Beşîkçî ya “Bîranînan” û pirtûka Mûsa Anter a “Bîranînên Min, pirtûka Mîr Celadet Elî Berdirxan a bi navê “Name ji Mustafa Kemal re” wergerandiye zaravayê Soranî ya Kurdî.

Îzeddîn Birîna Reş a Mûsa Anter jî ji zaravayê Kurmancî yê Kurdî kiriye Soranî.

Îzeddîn ku “Name ji Mustafa Kemal re”  ji Osmanî wergerandiye Kurdî, ji Rûdawê re axivî û got “Nêzîkî 2 sal in ez ji bo wergerandina vê nivîsa dîrokî ya girîng dixebitim.”

Îzeddîn diyar kir ku ev berhem yekem berhem e ku wî ji osmanî wergerandiye û dibêje “Name di sala 1932an de bi tirkîya osmanî hatiye nivîsandin û paşê jî wek du cild hatiye çapkirin. Di pirtûkê de gelek mijarên girîng ên siyasî û civakî û mijarên girêdayî ziman hene, ku nivîskar bi nameya xwe ya ji Ataturk re şandiye”

Pirtûka ku bi navê "Mektûb Bo Ataturk" wergerandibû kurdî ji Weşanên Fam Çapê derket.

Bi vê wergera “Name ji Mustafa Kemal re” bû yekemîn pirtûka Mîr Celadet Elî Berdirxan ku ji Osmanî bo Soranî hatiye wergerandin.

Name ji Mustafa Kemal re ku di sala 2020’an de cara duyemîn ji aliyê Weşanên Avesta ve hatiye weşandin, ji 122 rûpelan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst