Derhênerê Kurd di êrişa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da

27-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mansûr Karîmyan Rojavayê Kurdistanê Derhêner Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama êrişên Tirkiyeyê yên li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê de derhênerê Kurd Mansur Kerîmyan canê xwe ji dest da.

Kerîmyan ku bi eslê xwe Kurdê bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye demeke dirêj bû ji bo çêkirina filman li Rojavayê Kurdistanê dima.

Hêzên Tirkiyeyê 25ê Kanûna Pêşîn bi dronan êrişî bajarokê Swediyê yê Dêrikê kir.

Di encama êrişê de, derhênerê ji bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê Mansur Karîmyan canê xwe ji dest da.

Hevalê Kerîmyan ji Rûdawê re axivî û got:

“Em bi malbata wî re hewl didin ku cenazeyê wî bibin Başûr û ji wir jî bibin Rojhilatê Kurdistanê.”

Hat zanîn ku Kerîmyan beriya 2 salan ji bo çêkirina filman çûbû Rojavayê Kurdistanê.

Mansur Kerîmyan kî ye?

Mansur Kerîmyan sala 1984an li bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Kerîmyan 20 sal in bi sînemayê re mijûl dibû.

Lîstokvan û derhênerê Kurd di filmên dirêj ên wekî “Bexteweran”, “Kirêçiyekan”, “Keylan”, “El-Kadud le Bexda”, “Tava Sor û Evîna Kurd” û di kurtefilmên wekî “B+” û “Firîna Masiyekan” de lîstiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst