Şoreşa Gulanê; Berga çarem a pirtûka ‘Barzanî û Tevgera Rizgarîzxwaz a Kurd’ belav bû

Hewlêr (Rûdaw) - Berga çarem a pirtûka `Barzanî  û Tevgera Rizgarîzxwaz a Kurd` bi nivîsa Serok Mesûd Barzanî û navnîşana `Şoreşa Gulanê` belav bû.

Berga çarem a pirtûkê ku Tebaxa îsal li Hewlêrê hatiye çapkirin, ji du beşan pêk tê. Beşa yekem ji 616 rûpel û beşa duyem jî ji 488 rûpelan pêk tê. Hejmareke wêne û dokument jî di pirtûkê de hene.

Serok Barzanî di pêşgotina beşa yekem a pirtûkê de nivîsandiye, her çiqas destpêkirina şareşê piştî sala 1975an ne karekî hêsan bû, hetta ji aliyê gelek kesan ve wek xeyal dihat dîtin, lê destpêkirin û hilkirina Şoreşa Gulanê, ew rastî bi temamî selmand ku bîr û bawerî û îrade di ser her tiştekî re ye û ti berbestekê şiyana rûbirûbûna îrade û bîr û baweriyê nîn e.”

Serok Barzanî dibêje, têkçûna şoreşê têkçûna serbazî nebû, lê siyasî bû. Di rewşa hestyar û hetta tijî ji metirsiyên wê demê de rewşeke nexweş derketibû holê, lê pêwîst bû bi baldarî tevbigerin û wê rewşê qebûl nekin, ev bû ku me biryar da têkçûna şoreşê bikin werçerxanek bo destpêkirina qonaxeke nû.

Di wê pêşgotinê de Serok Barzanî behsa Şahê Îranê jî kiriye di dema Şoreşa Îlonê de û nivîsandiye, me her dem dizanî ku Şahê Îranê ne ji niyazpakî û hezkirin ve alîkariya Şoreşa Îlonê dike, berjewendiyên wî bûn ku ew han dida alîkariya şoreşê bike.

Serok Barzanî di beşeke din a pêşgotinê de behsa serdana Îdrîs Barzanî ya di 8ê Adara 1974an a bo Bexdayê kir bo ku du pêşniyazên şoreşê bide desthilatdarên wê demê yên Bexdayê û pêşniyaz jî ev bûn:

Yekem; Yasaya otonomiyê bo dema salekê bê paşxistin ji bo ku di wê heyamê de derfet hebe herdu alî bigihijin rêkeftinekê

Duyem; Îdareyeke hevbeş bo Kerkûkê bê danîn

Lê wek ku Serok Barzanî dibêje, “Sedam ku xwe wek zordar û xwedî hêz dizanî û pozbilind bû, ji Kak Îdrîs re ragihand, “`bi ti şêweyekî yasaya otonomî nayê paşxistin û di dema xwe de tê ragihandin, îdareya hevbeş jî bo Kerkûkê nabe. Tenê 15 rojên we hene ku qebûl bikin an nekin.` Sedam herwiha ji Kak Îdrîs re got, `Ji bavê xwe re bêje, eger neçar bim, dê di berjenwendiya Şahê Îranê de dest ji Şet’ul Ereb vekişînim û hûn dê baca wê bidin.”

Wek ku di nivîsa Serok Barzanî de hatiye, li beramber wan gotinên Sedam, “Kak Îdrîs jê re got, `baştir e tu bo gelê xwe tawîz bidî, ne bo xelkekî din`. Gelek hewl li gel Sedam da, tevî ku tu sûda wê nebû.”

Serok Barzanî di pêşgotinê de behsa destpêkirina Şoreşa Gulanê jî kir û ragihand, Şoreşa Gulanê bi îradeya polayîn û bêdawî ya gelê me destpê kir û yekem çalakiya Pêşmerge jî 26ê Adara 1976an li herêma Hacî Omeran hat kirin ku mixabin di vê çalakiyê de Seyîd Ebdullah şehîd bû û bû yekem şehîdê Şoreşa Gulanê. Şoreşa Gulanê roj bi roj geş, berfireh û giştgir bû û bû hêviya gelê Kurd û baweriya gelê Kurdistanê jî zêdetir bû.”

Rola Îdrîs Barzanî di Şoreşa Gulanê de

Di beşa neh a beşa duyem a pirtûka Serokê Barzanî de behsa rola Îdrîs Barzanî ya di Şoreşa Gulanê de tê kirin. Di wê beşê de hatiye gotin, “Kak Îdrîs Barzanî baweriyeke temam bi parastina nasnameya yekgirtî ya li nav tevgera rizgarxwaz a Kurd hebû, herwiha girîngiyeke zêde bi piraliyê dida jiyana partîtiyê de, ev herdu faktor û sedemên sereke bûn di pêkanîna derfeta aştbûna giştî di sala 1986an de, her bi wê sedemê jî bû ku nasnava `Endezyarê Aştbûna Giştî` bi wî hat bexşandin.”

Herwiha behsa wê hatiye kirin ku Îdrîs Barzanî, bi nihênî serpereştiya şandina kadroyên siyasî û serbazî dikir bo Sûriyê bi armanca amadekariyên ji bo vegera bo Kurdistana Iraqê û bi şêweyekî rasterast hejmareke zêde ya kadro û Pêşmerge şandin Kurdistanê.

Serok Barzanî di pirtûkê de dibêje, “Kak Îdrîs ji bo destpêkirina şoreşa çekdarî ya piştî têkçûna 1975, bi giyana pêşketin û dahênanê û bi exlaqekî bilind kar dikir. Wê têkçûnê hesta Kak Îdrîs a bi berpirsyariyê du qat zêdetir kir û wek kesekî berpirsyar li beramber bûyeran kar dikir. Li her cihekê jî bûya, Kurd li derdora wî kom dibûn û cihê gazind û hêviyên xwe li gel Kak Îdrîs didîtin.”