Li Kobaniyê hesinkarek peykerên hunerî ji paşmayên şerê DAIŞê çêdike

Hewlêr (Rûdaw) - Hesinkarekî ji Kobanî paşmayên şerê dijî DAIŞê, peykerên hunerî û amûrên mûzîkê û tiştên ciwan çêdike.

Destpêka şerê Sûriyê Neşetê hesinkar berê xwe dabû Lubnanê û piştî ku rewş hinekê li Kobaniyê aram bibû, ew vegeriyabû û karê xwe yê hesinkariyê berdewam dike.

Neşet dixwaze bi rêya karê xwe, wê nameyê bide, ku paşmayên çekan, dibin amûrên mûzîkê û tiştên ciwan.

Li Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, hesinkar Neşat Emê li nav dikana xwe, ji paşmayên çekên şerê dijî DAIŞê peykerên hunerî çêdike.Paşmayê kalaşnîkov kiriye kemanjen, bilûrjen, herwiha paşmayekî din kiriye maystro, wate paşmayên çekan dike amûrên mûzîkê.

Hesinkarê hunermend Neşat Emê dibêje, “Ez  paşmayên van çekan bo hunerê bikar tînim, da ku hizra şer bo aştiyê biguherim. Trajedyaya ku em tê re derbas bûn û Bandor û tirsa ku şer li ser me kir, rê li ber xeyalê min vekir, ku ji paşmayên şer peykerên hunerî çêbikim.”

Destpêka şerê Sûriyê Neşeatê hesinkar berê xwe da Lubnanê, û li wî welatî debara jiyana xwe kir, piştî ku Kobanî aram bû, lê vegeriya û dixwaze bi rêya vî karî peyamekê bigihîne cîhanê.

Neşat Emê, gotinên xwe berdewam dike, “Diyar e ku ev paşmayên şer in, tu dikarî tiştekî ciwan ji wan çêbikî, ji ber çek nebaştirîn tiştin di jiyanê de, wate tiştekî nebaştir bikî tiştekî baştir.”

Payîza 2014ê çekdarên DAIŞê êrîşî Kobanî kirin û karîbûn ji sedî 80ê bajar kontrol bikin û piştî şerekî giran bi piştîvaniya Amerîkayê di 25ê Çileya 2015ê de hêzên Kurdî YPG-Pêşmerge bajar bi tevahî ji destê wan derxistin, û bi vê yekê şerê Kobanî li gor çavdêrên leşkerî bo xala werçerxanê di şerê dijî DAIŞê de li navçeyê.