Yekem strana bi Kurdî ya Selahattîn Demîrtaş belav bû
Hewlêr (Rûdaw) - Strana bi navê “Gula Min” ku Selahattin Demirtaş gotin û muzîka wê çê kiriye, ji aliyê hunermend Farqîn ve hat xwendin.
“Gula Min” ku yekem strana bi Kurdî ya Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş e, ji aliyê solîstê Koma Azad, Hunermend Farqîn ve hat xwendin.
Derhêneriya muzîkê ji aliyê Koma Azad ve hatiye kirin û di beşeke klîbê de dengê Sellahattin Demirtaş jî cih digire.
Herwiha derhêneriya klîba muzîkê jî ji aliyê Yusuf Alkan ve hatiye kirin û klîp li Parîsa paytexta Fransa hatiye tomar kirin.
Gotinên berhema `Gula Min`:
Ez ketim bextê te
Wa nayê sebra min
Roj tune şev tune
Tim tarî ye gula min
Gula min gula min
Jana ser dilê min
Ez li benda te me
Xwîna kezeba min
De were kulîlk vede
Deşt û zozan gula min
Bê te bihar qet nabe
Ewrê min barana min
Gula min gula min
Jana ser dilê min
Ez li benda te me
Xwîna kezeba min
Çavên min şil bûne
Weka robar gula min
Dil şikest birîn maye
Mîna mirin gula min
Gula min gula min
Jana ser dilê min
Ez li benda te me
Xwîna kezeba min
Selahattin Demirtaş sala 2016an li gel çendîn hevalên xwe bi hinceta propagandaya rêxistinê hat girtin û li girtîgeha tîpa F ya Edîrneyê hatiye zîndanî kirin.
Selahatin Demirtaş di girtîgehê de çîrok û helbestan dinivîse û bi warên din yên hunerê re jî eleqedar dibe.
Yekem pirtûka wî ya bi navê Seher 16ê Îlona 2017ê hat çapkirin. Demirtaş berî niha jî çendîn stran bi zimanê tirkî nivîsîne û gotine, lê berhema wî a muzîkê ya “Gula Sor” yekem berhema wî ya bi Kurdî ye ku gotinên wê bixwe nivîsîne û muzîka wê çêkiriye.