Yekem strana bi Kurdî ya Selahattîn Demîrtaş belav bû

27-08-2021
RÛDAW
Berhema Selahattîn Demîrtaş ji aliyê hunermend Farqîn ve hat gotin
Berhema Selahattîn Demîrtaş ji aliyê hunermend Farqîn ve hat gotin
Nîşan Gula Sor Selahattîn Demîrtaş Farqîn Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Strana bi navê “Gula Min” ku  Selahattin Demirtaş gotin û muzîka wê çê kiriye, ji aliyê hunermend Farqîn ve hat xwendin.

“Gula Min” ku yekem strana bi Kurdî ya  Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş e, ji aliyê solîstê Koma Azad, Hunermend  Farqîn ve hat xwendin.

Derhêneriya muzîkê  ji aliyê Koma Azad ve hatiye kirin û  di beşeke klîbê de dengê Sellahattin Demirtaş jî cih digire.

Herwiha derhêneriya klîba muzîkê jî ji aliyê Yusuf Alkan ve hatiye kirin û klîp li Parîsa paytexta Fransa hatiye tomar kirin.

Gotinên berhema `Gula Min`:

Ez ketim bextê te

Wa nayê sebra min

Roj tune şev tune

Tim tarî ye gula min

 

Gula min gula min

Jana ser dilê min

Ez li benda te me

Xwîna kezeba min

 

De were kulîlk vede

Deşt û zozan gula min

Bê te bihar qet nabe

Ewrê min barana min

 

Gula min gula min

Jana ser dilê min

Ez li benda te me

Xwîna kezeba min

 

Çavên min şil bûne

Weka robar gula min

Dil şikest birîn maye

Mîna mirin gula min

 

Gula min gula min

Jana ser dilê min

Ez li benda te me

Xwîna kezeba min

 

Selahattin Demirtaş sala 2016an li gel çendîn hevalên xwe bi hinceta propagandaya rêxistinê hat girtin û li girtîgeha tîpa F ya Edîrneyê hatiye zîndanî kirin. 

Selahatin Demirtaş di girtîgehê de çîrok û helbestan dinivîse û bi warên din yên hunerê re jî eleqedar dibe.

Yekem pirtûka wî ya bi navê Seher 16ê Îlona 2017ê hat çapkirin. Demirtaş berî niha jî çendîn stran bi zimanê tirkî nivîsîne û gotine, lê berhema wî a muzîkê ya  “Gula Sor” yekem berhema wî ya bi Kurdî ye  ku gotinên wê bixwe nivîsîne û muzîka wê çêkiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst