Raperîn: Stranên gelerî ji bo me çavkaniyên girîng in

27-08-2020
RÛDAW
Strabêja Kurd Raperîn niha mijûlê projeyekê dibe
Strabêja Kurd Raperîn niha mijûlê projeyekê dibe
Nîşan Raperîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêja Bakurê Kurdistanê Raperîn ragihand ku stranên gelerî yên Kurdî ji wan çavkaniyeke girîng in û ew naxwazin ew stranên gelerî bêne jibîrkirin. Raperîn herwiha da zanîn ku ew niha projeyekê kar dikin.

Stranbêja a xelkê Wanê Raperîn Kurdistanê Raperîn beşdarî bultena Rûdaw a taybet hunerî bo û tê de behsa projeyên xwe kir.

Raperîn diyar kir ku niha wan 5-6 stran diyar kirine û li studioyê dest bi tomarkirina wan dikin.

Bi gotina Raperînê ew stran heta mehej an du mehên din amade dibin û dê belav bikin.

Li ser straneke ku berî nih belav kiriye ya bi navê “Xerîbê” dibêje ew stran ji bo wê cudahiyeke xwe heye.

Raperînê herwiha eşkere kir ku strana Lorî jî ji bo keça xwe ya koça dawî kiriye gotiye.

Raperîn 35 salî ye û li bajarê Wanê ji day,k bûye û nêzîkî 10 sal in bi karê huneriyê ve mijûl dibe û xwedan çend stran û videokliban e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst