Belgefîlma Rûdawê li Los Angelesê bû yekem: Mistefa Paşayê Yamulkî

27-06-2024
Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr xelat stand / Wêne: Rûdaw
Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr xelat stand / Wêne: Rûdaw
Nîşan Şemzînan Rûbarok Gilêş Paqijkirin Mistefa Paşayê Yamulkî Belgefîlm Xelat Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma Rûdawê ya bi navê “Têkoşerekî di Rêya Dadperweriyê de: Mistefa Paşayê Yamulkî” li Los Angelesê xelata Belgefîlma Herî Baş wergirt.

Herî kêm 450 fîlm, belgefîlm û anîmasyon beşdarî Festîvala Fîlman a Bright Lightê ya Navneteweyî ya Los Angelesê bûn û berhema Rûdawê bû yekem.

Her sal ji seransarê cîhanê derdora 500 fîlm, belgefîlm û kurtefîlm beşdarî Festîvala Fîlman a Bright Lightê dibin û juriya ku ji kesayetên navdar ên cîhanî pêk tê berhemên herî baş hildibijêre.

Armanca sereke ya festîvalê avakirina jîngehe dûrî “pêwendiyên piştperde” û “manevrayên siyasî” ye.

Ev jî wiha dike ku festîval bibe qadeke pêşbirkeke adil a di navbera sînemakarên cîhanî de.

Berhemên herî baş tenê li gorî pîvanên sînemayê tên hilbijartin û ev jî dilrehetiyekê dide beşdaran ku dê berhemên wan li gorî pîvanên bêalî bên nirxandin.

Festîval xelatan li gorî du beşên cuda dide. Di beşa ewil de “kurtefîlma herî baş, anîmasyona herî baş, fîlma herî baş a dirêj û fîlma herî baş a xwendekaran hene.”

Di beşa duyem de jî “derhênerê herî baş, wênegirê herî baş, aktorê herî baş û aktrîsa herî baş” tên xelatkirin.

Di kategoriya fîlmên dirêj de 5 fîlm namzedên xelatê bûn ku 4 ji wan berhemên Amerîkayê bûn.

Berhema Rûdawê Mistefa Paşayê Yamulkî yekane namzedê xelatê bû ku ne berhemeke Amerîkî ye.

“Têkoşerekî di Rêya Dadperweriyê de: Mistefa Paşayê Yamulkî” belgefîlmekî Kurdî ye û berhema Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Belgefîlm bi derhêneriya Horên Xerîb û Herdî Qadir hatiye girtin û di maweyê salekê de beşdarî bi dehan festîvalên navneteweyî bûye û 30 xelat wergirtine.

Belgefîlm behsa Mistefa Paşayê Yamulkî dike ku piştî Şerê Yekem ê Cîhanê li Stenbolê berê dibe endam û paşê jî dibe serokê dadgeheke bilind a leşkerî.

Delîlan dicivîne

Mistefa Paşayê Yamulkî bi wêrekî bi ser wan kesan de diçe ku destê wan di Komkujiyan Ermeniyan de hebûye û dixwaze wan bi rêya dadgehê ceza bike.

Mistefa Paşayê Yamulkî hemû belgeyan û îfadeyên şahidan diparêzê û wan bi mohra dadgehê dide Patrîkê Ermaniyan ê Stenbolê.

Ev belge û îfade paşê dibin delîlên bihêz ên li ser Komkujiya Ermaniyan.

Vê belgefîlmê li gelek festîvalan 30 xelat standine û li Festîvala Fîlman a Nevneteweyî ya Vietnamê, Festîvala Fîlman a Nevneteweyî ya Kurosawayê ya Japonyayê bûye “Belgefîlma Herî Baş.”

Fîlm sala 2023yan hatiye çêkirin û premiera fîlmê roja salvegera Komkujiya Ermaniyan (24 Nîsana 2023yan) li Dêra Ermaniyan a Enkaweya Hewlêrê hat nîşandan.

Mistefa Paşayê Yamulkî sala 1866an li Silêmaniyê ji dayîk bûye û sala 1936an li Bexdayê koça dawî kiriye.

Mistefa Paşayê Yamulkî fermandarê artêşa Osmaniyan û rojnameger bû.

Herwiha li Hikûmeta Kurdistanê ya bi Serokatiya Şêx Mehmûd jî Wezîrê Perwerdeyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst