Firat Cewerî Xelata Navneteweyî ya Ostanayê wergirt

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Firat Cewerî Xelata Navneteweyî ya Ostanayê Îtalya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Kurd Firat Cewerî ji ber ku bi zimanê zikmakî dinivîse hêjayî “Xelata Navneteweyî ya Ostanayê” ya 2024an hat dîtin.

“Xelata Navnetewî ya Ostanayê” çalakiyek e ku bi hemû zimanên sereke yên cîhanê tê lidarxistin û her sal nivîskarên zimanê zikmakî ji çar aliyên cîhanê li Ostana tên cem hev.

Xelata wêjeyî ya navneteweyî ya bi navê "Il Premio Ostana, Scrittura in Lingua Madre" ku îsal cara 17emîn li bajarê Torînoyê yê Îtalyayê tê lidarxistin, "Xelata Mezin a Navneteweyî ya Ostana" (Il Premio Internazionale) dan nivîskarê kurd Firat Cewerî.

Malpera Premio Ostanayê li ser Firat Cewerî wih dibêje, “Firat Cewerî Xelata Navnetewî ya 2024an werdigire ji ber dilsozî û biryardariya xwe ya ji bo pêşxistina bikaranîna dewlemedniya zimanê xwe Kurdî, bi taybetî zaraveya wê ya Kurmancî ya ku li Tirkiyeyê tê axavtin.

Di çarçoveyeke dîrokî, çandî û siyasî de, wekî rewşa Kurdî ku parastina zimanê xwe ji hewldana tinekirina wî ji aliyê hêzên desthilatdar ve, ji bo parastina nasnameya xwe ya takekesî û kolektîf faktoreke bingehîn e.

Firat Cewerî hemû xebat û dilsoziya xwe daye zimanê xwe, bi nivîsandin û weşandina helbest, kurteçîrok û romanên bi kurdî, li ser wergerandina edebiyata cîhanê ji bo Kurdî û bi xîret ji bo pêşxistina weşangeriya Kurdî xebitiye.

Pirtûkên wergerandine Tirkî, Swêdî, Farisî, Erebî û Îtalî.

Xwedîderketina wî ya ji bo nivîsandina helbestan bi Kurdî ew ji welatê xwe dûr xist.

Wê demê li Tirkiyeyê nivîsandina bi Kurdî bi tundî qedexe bû lê li Swêdê civateke jîndar ji rewşenbîrên Kurd ên sirgûnî pêk hatibû.

Lê Firat Cewerî di dema sirgûnê de jî qet dev ji xema gelê Kurd ên Tirkiyeyê bernedaye û her tim ji bo pêşxistina zanîna wan a li ser ziman û edebiyata xwe bûye alîkar.”

Firat Cewerî kî ye?

Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye.

Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980an de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Wî di heman salê de pirtûkeke xwe da çapê.

Ji wê salê û vir ew di nav tevger û çalakiyên edebiyata Kurdî de ye.

Wî di Adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navber derxist.

Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê Nûdem Werger derxist û Weşanxaneya Nûdemê ava kir.

Firat Cewerî bi xwe heta niha 20 kitêb nivîsandine û 20 jî wergerandine Kurdî.

Kitêbên Cewerî wergeriyane Swêdî, Almanî, Erebî, Tirkî û Farsî, Îtalî.

Her wiha çîrokên wî di antolojiyên Swêdî, Almanî, Erebî û Tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm.

Cewerî bi pênc romanên xwe, Payiza dereng, Ez ê Yekî Bikujim, Lehî, Maria Melekek Bû û Derza Dila Min wekî romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe.

Firat Cewerî yê ku hîn jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger a PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye.

Nivîkarê Kurd di sala 2018an de ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin.

Di sala 2020an de jî Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ew bi qelema zêrîn xelat kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst