Ji Colemêrg Collective berhemeke nû: Dêrelokê

Hewlêr (Rûdaw) - Koma muzîkê “Colemêrg Collective” berhema xwe ya dawî ya bi navê “Dêrelokê” belav kir.

Koma Colemêrg Collective ku komeke muzîkê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye berhema xwe ya herî nû Dêrelokê wek klîb li ser platformên dijîtal belav kir.

Strana Dêrelokê straneke gelêrî ye û Koma Colemêrg Collective bi cilûbergên Kurdî û amûrên cuda yên mûzîkê tê de tên bikaranîn pêşkêş dikin.

Derhêneriya muzîkê Birhat Ege & Emre Aydin û derhêneriya klîbê Erhan karahan dikin. Klîp li ser kanalên taybet ên Colemêrg Collective yên platformên dijital hatiye belavkirin.

Gotinên stranê wiha ne:

DÊRELOKÊ

Wa li dêrelokê wa li dêrelokê

Kotana pezî wa li dêrelokê

Şivan û bêrî diken xemlolokê

Şerê şivana li ser mencelokê

Şerê şivana li ser mencelokê

 

Wa li bin kevirî wa li bin kevirî

Kotana pezî wa li bin kevirî

Kur şivanoka pez şevînkirî

Gundî û qendel b'xwînê werkirî

Gundî û qendel b'xwînê werkirî

Colemêrg Collective li ser Keleha Hewlêrê beşdarî konserteke Mala Muzîkê ya Zehawî bibû û çend berhem pêşkêş kiribûn.