Enqere (Rûdaw) – Li Enqerê pêşengeheke mezin a pirtûkan hat vekirin û di pêşengehê zêdetirî 265 weşanxane beşdar bûne. Ev çend sal bûn ku di pêşengehên pirtûkênli Enqerê de hejmara weşanxaneyên Kurdî kêm dibû û di pêşengeha dawî de jî ti weşanxaneyên kurdî beşdar nebûne.
Yek ji pêşengehên mezin ên pertûkan her sal li Enqerê tê vekirin . Di pêşengehê de 265 weşanxane û zêdetirî 200 pirtûkxaneyên beşdar bûne. Li gorî amarên berdest di her hefteya yekem a pêşangehê de 558 hezar û 210 kesan seredana pêşengehê kir û 1585 çalakî û panel û rojên imzeyan hatin encamdan.
Yek ji nivîskarên mevan di pêşengehê de aktor û nivîskarê navdar ê Kurd Îlyas Salman bû.
Îlyas Salman bal keşande ser hawirdorparêziyê û got: “Em li dinyayekê dijîn û lazim e, em dinyaya xwe nas bikin û bizanin ka sîya dinyayê dikevî kîjan alî, xiyaneta herî mezin ew e ku mirov dinyayê bijî lê dinyayê nas nake.”
Pêşengeh bo gellek weşanxaneyan jî dibe derfet ku bikarin pirtûkên xwe yên nû bidin nasandin û bi rêya firotina pertûkan jî qezancê xwe zêdetir bikin, lê beşek ji wan weşanxeyan gazindê ji xirabûna rewşa aborî dikin.
Xwedî pirtûkxaneyê Cemîl Taş jî dibêje: “Pêşengeh gellek baş e, dibistanên me gellek serkevtî ne. Gellek kes hatin, ji xwe xelkê Enqerê ji xwendinê hez dike.”
Xwedî weşanxane Mehmet Sorhan jî diyar kir ku aborî Tirkiyê niha nebaş e, xelk serdana pêşangehê dikin, lê kar tine.
Di qada pêşengehêde herî zêde xwendekaran cih girt û ji gellek dibistanên Enqerê xwendekaran seredana qada pêşangehê kirin.
Xwendekar Elîf Yilmaz dibêje: “Hindek weşanxaneyan daşkandineke yekcar baş kirine, ev jî bo me xwendekaran derfeteke baş e.”
Xwendekar Suna Başçi got: “Pêşengeh baş e û xweş derbas dibe, ez bawerim bo Enqere tiştên wisa gellek baş in.
Di pêşengehê de pirtûkên hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş “Seher” û “Devran” jî hatin firotin lê ti pirtûkên kurdî di pêşneghê de cih negirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse