Dîrok, çand û folklora gelerî ya Colemêrgê tê tomarkirin

26-06-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Colemêrg Çand Dîrok Folklor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gund bi gund, kolan bi kolan û li civatên dengbêjan digerin û dîrok, çand û folklora gelerî ya Colemêrgê tomar dikin.

Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ji aliyê çand, dîrok û folklora gelerî ya Kurdi ve gelekî dewlemend e. Bi taybetî dengbêjî ku dîrokeke Kurdan a zindî ye û çêkirina mehfûrên Kurdî ku kevneşopiyeke hezar salan e û çêkirina xwarinên herêmî tên tomarkirin û arşîvkirin.

Rêveberê Saziya Çand û Geştyariya Colemêrgê İdris Agacanoglu got “Colemêrg bi pircurî û dewlemendiya çandî ve bajarekî diyar e. Mijareke gelekî girîng heye, ku çanda Colemêrgê wek berî hezar salî di nav gelê me de dijî û hê jî berdewam e.”

Herwiha bîranîn, çîrok û lidarxistina şêwazên dawet, şahî, şîn û kevneşopiyan jî ji kesên temen mezin tên guhdarkirin û bi kamerayan tên tomarkirin.

Welatî Mehmet Sami Ozdinç dibêje “Ev tiştên ku divê bên zanîn û gotin. Kevneşopî û nerîtên her eşîr û civakê ji hev cuda ne. Zanîna van tiştekî asayî ye.”

Projeya tomarkirina dîrok, çand û folklora gelerî ya Colemêrgê bi tîmeke 6 kesan tê birêvebirin, ku Wezareta Çand û Geştyariya Tirkiyê serpereştiya wê dike. Zanyariyên ku li qadê tên berhevkirin dê li Navenda Zanyarî û Belge ya Lêkolîna Çanda Gel bên arşîvkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst