Xelatgirên Cannesê bi rêya Rûdawê peyamên xwe dan

26-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Bihayê Genim Festîvala Fîlman a Cannesê Cannes Xelatên Cannesê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 77emîn Festîvala Fîlman a Cannesê bi dawî bû û xelatên festîvalê hatin dayîn.

Xelatgirên festîvalê bi rêya Rûdawê peyamên xwe yên serkeftinê dan û behsa serkeftina xwe berhemên xwe kirin.

Doh êvarê xelatên îsal ên 77emîm Festîvala Fîlman a Cannesê hatin belavkirin.

Fîlma "Tovê Hejîra Pîroz" ku behsa pêla xwepêşandanên sala 2022yan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike Xelata Jûriyê wergirt.

Ev xelat bi taybetî ji bo wan derhênerên ciwan tê dayîn.

Fîlm besha jiyana malbatekê dike ku di xwepêşandanên “jin, jiyan, azadî” yên Jîna Emînî de hevsengiya wan têk çûye.

Derhênerê fîlma "Tovê Hejîra Pîroz" Mihemed Resûlof e û beriya festîvalê bi mehekê ji Îranê derket û niha li Almanyayê penaber e.

Di dema wergirtina xelatê de Mihemed Resûlof ji bangî ciwanên Îranê kir û ji wan re got: “Netirsin!”

Mihemed Resûlof ji nûçegîhana Rûdawê Peyam Serbestê re got: "Gelekî kêfxweş bûm. Ez wisa difikirim ku ev xelat dê bêtir balê bikşîne ser fîlma me.

Herwiha bûye sedem ku baştir dengê min û hevkarên min bigihê cîhanê.

Bêguman vê xelatê wisa kir ku divê em bêtir û bi kelecaneke zêdetir karê xwe bikin.”

Fîlma The Substanceyê xelata senaryoya herî baş stand

Fîlma The Substance wekî senaryoya herî baş hat xelatkirin.

Fîlma Frans "The Substance" li ser jiyana lîstikvanekê ye ku madeyên hişbir bi kar tîne da ku enerjiya xwe ji nû ve bi dest bixe û careke din vegere qada sînemayê xelata senaryoya herî baş wergirt.

Derhênerê fîlma "The Substance" Coralie Fargeatê ji Rûdawê re got: "Ez gelekî kêfxweş im ku ez li vir im û vê xelatê bidest dixim.

Ez hewl didim zêdetir fîlman çêkim, ev jî tiştekî ku ez jê hez dikim û helbet teşwîqeke mezin e."

Fîlma “Emilie Perez” Xelata Jûriyê standiye. Fîlmekî Fransî ye. Lîstikvana Amerîkî, Selena Gomez jî di fîlmê de cih girtiye û derhênerê fîlmê Jacques Audiardî Fransî ye.

Fîlm behsa parêzerekê dike ku li Meksîkayê ye. Li nava komeke bazirganên madeyên hişbir dimîne.

Lîstikvan Carla Sofia Gascon bi rola xwe ya di Emilie Perezê xelata “Jina Herî Baş” stand.

Carla Sofiayê ji Rûdawê re got: “Ew xelat ne ji bo min e, ew zêdetir ji bo wan kesên transgender e.

Ji bo wan kesan e ku dixwazin li vê dinyayê di nav aştiyê de bijîn. Ev xelat ji bo me ye."

 

“Fîlmekî Hindistanê piştî 30 salan hat xelatkirin”

 Xelata derhênerê herî baş jî derhênerê Portekîzî Miguel Gomes bi fîlma "Grand Tour" stand.

Miguel Gomes di heman demê de senaryoya fîlma xwe jî nivîsandiye.

Miguel Gomes ji Rûdawê re got: "Wergirtina wê xelatê wisa kir ku bêtir fîlman çêbikim. Tu dizanî ev me re bêtir teşwîq dike.  "

Piştî 30 sala, fîlmekî Hindî di Festîvala Fîlman a Cannesê de ji bo Xelata Palmiyeya Zêrîn ketibû pêşbirkê.

Fîlma "All Em Imagine As Light" ku derhêneriya wê Payal Kapadia dikir “Xelata Mezin” mezin stand.

Fîlm li ser jiyana 2 hemşîreyên ji Mumbaiyê ye ku ji bo pêkanîna xewnên xwe dest bi rêwîtiyekê kirine. Fîlm behsa çîrok û serboriya wan dike.

Cara dawî, di sala 1994ê de, fîlma "My Own" ya ku derhêneriya wê Shaji Neelakantan kiribû, di pêşbirka sereke ya Cannesê de ci girtibû.

Derhêner Payal Kapadia ji Rûdawê re got:” Ev xewnek bû. Min bêtir teşwîq dike ku fîlmên zêdetir biafirînim.”

“Wateya wê xelatê gelek e”

Xelata herî baş a kurtefîlman fîlma bi navê "Mirovê Ku Nikare Bêdeng Bisekine" yê Xirwatistanê wergirt.

Derhênerê Xirwat Nibojsa Slijipsivic yê 51 salî, ji Rûdawê re got:

"Wateya wê xelatê gelek e, ji ber ku ev xelat niha li seranserê cîhanê digere û gelek kes wê dibînin.

Ev çîroka herî mezin a fîlmê ye û ez jê zêdetir kêfxweş nabim.

Ji min re dem lazim e ku ez lêkolînê li ser hertiştî bikim niha dibe ku biçim astek bilindtir.

Em binihêrin dê projeya me ya paşeroj çawa be."

77emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê di 14ê Gulanê dest pê kir û 25ê Gulanê bi dawî bû. Di festîvalê de nêzîkî 150 fîlm li 28 sînemayan hatin nîşandan. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst