MLSA: 28 çalakiyên Kurdî hatine astengkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ragihand ku ji sala 2019an ve li 16 bajaran herî kêm 28 çalakiyên Kurdî hatine astengkirin.

Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), derbarê qedexeyên li ser konser û şanoyên Kurdî de raporek pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.

Li gorî rapora MLSAyê ji sala 2019an ve li 16 bajaran herî kêm 28 çalakiyên Kurdî hatine astengkirin.

Ji wan çalakiyan 18 konser, 8 şano, 1 pêşandana stand-up û 1 jî gotûbêjeke edebî bûye.

Herwiha sala 2024an 2 konserên Kurdî û 2 şanoyên Kurdî bê hincet hatine betalkirin.

Yek ji wan şanoya Qral û Travis bû û ya din jî konsera Metin-Kemal Kahraman bû.

MLSAyê di rapora xwe de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daxwaz kiriye ku bang li Tirkiyeyê bike bi hincetên kêfî çalakiyan asteng neke.