Xelatgirê Hirça Zêrîn a Berlinaleyê diyar bû

26-02-2023
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Hirça Zêrîn Berlinale Nicolas Philibert
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlmê derhênerê Fransî Nicolas Philibert ê "Sur l'Adamant" di 73yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê (Berlinale) de xelata "Hirça Zêrîn" a baştirîn fîlm wergirt.

Xelatên 73. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê (Berlinale) ku li paytexta Almanya Berlînê tê lidarxistin, li Sînemaya Berlinale Palastê bi merasîmekê xwediyên xwe dîtin.

Di festîvala ku derhêner, lîstikvan û senarîstê Amerîkî Kristen Stewart serokatiya juriyê dikir, belgefîlma derhênerê Fransî Nicolas Philibert a bi navê "Sur l'Adamant" xelata "Hirça Zêrîn" a baştirîn fîlm wergirt. Fîlm jiyana rojane ya li nexweşxaneyeke derûnî ya Parîsê vedibêje.

Di warê serekerola herî baş de Sofia Otero ya Îspanî ku di filmê "20.000 Species of Bees" de rola keçeke 8 salî dilîze xelata "Hirça Zîvîn" wergirt.

Di warê derhêrnerê herî beş de derhênerê Fransî Philippe Garrel bi filmê "Le Grand Chariot" xelata "Hirça Zîvîn" wergirt. Herwiha Christian Petzold bi filmê "Roter Himmel" hêjayî xelata Xela Mezin a Jûrî hat dîtin.

Di warê belgefîlmê herî baş de Tatiana Huezo bi belgefîlma "The Echo" ku jiyana rojane ya gundekî çiyayî vedibêje hêjayê xelata 40 hezar Euroyî hat dîtin.

Di Berlînale ya 73yemîn a ku di 16ê Sibatê de dest pê kir de 19 fîlm ji bo xelata "Hirça Zêrîn" ketin rikeberiyê.

Di Festîvalê de ji 67 welatan 283 fîlm hatin pêşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst