Peymangeha Mîrzo Muzik li Şingalê yekem xula xwe ya perwerdeyê temam kir

26-02-2020
Aydin Bayram @aydn_byram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Komelgeha Xanesorê ya girêdayî Şingalê, Peymangeha Mîrzo Muzik yekem xula xwe ya fêrbûna muzik û hunerê ku berî heft mehan dest pê kiribû, temam kir û bawername da hejmarek ji beşdariyên kursî.

Li Komelgeha Xanesorê ya girêdayî Şingalê peymangeheke fêrbûna Muzîkî bi serperiştiya hunermend û muzîkjenê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo hatiye vekirin ku hejmareke rizgarbûyên ji destê DAIŞê di vê peymangehê de ji bilî perwerdeya muzikê, weke derûnî jî ji peymangehê sûd werdigrin.

Di xula yekem a Peymangeha Mîrzo Muzikê de piştî 7 mehan perwerdeya akademik  ji 60 beşdariyan 16 kesan serkevtî bawername wergirt.

Ganî Mîrzo ji Rûdawê re got: “Me piştî perwerdeyeke akademik xula yekem a fêrbûna muzikê ku dersên me derbarê dîroka hunerê, muzik û amûrên muzikê û notayan de bû qedand. Di mehên havînê de hejmara beşdariyan gihîşt 150 kesan, lê dema dibistan û zanîngehê dest pê kir, derdora 70 kesan berdewam kir. Ji 70 kesan jî 16 kesan bawername wergirt.”

Mîrzo da zanîn ku tevahiya beşdariyan derbarê muzik û bikaranîna amûrên muzikê de perwerdeyek baş wergirtin, lê her 16 kesên bawername bi destxistine, ew dikarin li ser asta navdewletî di warê muzikê de kar bikin çimkî ew bi awayekî akademîk û profesyonel hatine perwerdekirin.

Hunermend Mîrzo eşkere kir ku wan bawername nedana hemû beşdariyan û tenê dane kesên serkevtî û sedema wê yekê jî ew e, da ku qedir û îhtîram hem pê peymangeha wan û hem pê bawernameyê bê dayîn.

Mîrzo herwiha anî ziman ku heta ji wan tê ew dê kar, xebat û çalakiyên xwe yên bi rengî hem li Başûrê Kurdistanê û hem li Rojavayê Kurdistanê berfireh bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst