Mehmet Atli: Ciwan Haco rêya stîla me vekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermedê Kurd ê navdar Mehmet Atli muzîka xwe li ser bingeheke netewî û folklorîk wek muzîkeke modern bi nav dike û dibêje, “bandora Ciwan Haco li ser min bûye û Ciwan Haco riya stîla me vekiriye.”

Hunermend Mehmet Atli beşdarî bultena 15.00 ya Rûdaw TVyê bû ku taybet bi Bakurê Kurdistanê Kurdistanê û huner û xebatên ji Rûdawê re nurxand.

Mehmet Atli amaje bi wê yekê kir ku pandemiyê bandoreke neyênî li ser hunermendan kiriyê û wiha berdewam kir “min herî dawî di 8ê Adarê roja jinan de konsert da piştre hertiş rawestiya û em di mal de girtî man. Mecbûr me jî li ser înternetê û Youtub  karê xwe dewam kir. Lê belê konsert tune ne.”

Li aliyê din li ser guhertina sektora hunermendiyê ya ji ber pandemiyê, Atli diyar kir ku hunermend li rêyeke digerin, hinek derfet hatine dîtin lê ji ber pandemiyê her tiş sekinandiyê û hêvî dike ku piştî pandemiyê baştir bibe. 

Herwiha Atli tekez kir ku “ji niha û şûnde dê normên hunerê jî bên guhertin, dê normên nû ava bibin. Hunermend dê giraniyê nedin ser konser û festîvalan, zêdetir rola teknolojiyê girantir bibe.”

Li ser peywendiyên di navbera hundermendên Kurd de, Atli got “bi saya televîzyonan û raya giştî ya Kurdî têkilî hene. Huner bixwe jî platformek e, em tên ba hev û carna bi hev re xebtan jî dikin.”

Wî hunermendê Kurd têkildarî bandora nakokiyên siyasî yên li ser hunermendan jî dibêje “bandor heye lê huner cîhaneke din e jî, nakokî hebin jî ew bixwe tiştekî gerdûnî ye. Em heman karî dikin, carna fikrên siyasî cudabin jî, em bihevre kar jî dikin, divê wisa be jî.”

Di kategorîzekirna hundermendan de Atli xwe wiha binav kir “ez xwe hunermedeke gerdûnî dihesibînim an jî dixwazim wilo bim. Lê ez Kurd im, hunermendeke Kurd im, helbet fikr û ramanên min hene, lê divê ev tişt nebe asteng ji bo hunerek giştî, netewî û navnetewî û bihevre karkirin.”  

Atli di derbarê stîla muzîka xwe de jî got “muzîka min di wateya gel de muzîkeke populer e. Min ji muzîka klasîk û muzîka rojevê hinek tişt wergirtiye lê bingeheke netewî û folklorê tê de heye. Ez muzîka xwe bi du-sê çavkaniyan xurttir dikim. Ez dikarim bibêjim muzîka min li ser bingeheke folklorîk muzîkeke mondern e.”

Mehmeht Atli destnîşan kir, ku ew li Eyşe Şan, Mihemed Arif Cizrawî, Mihemed Şêxo, Ciwan Haco, Kerem Gerdenzerî, Nîzamettîn Arîç û Şivan Perwer guhdar dike.

Herwiha Atli bal kişand ser vê yê û got “Bandora Ciwan Haco li ser min çê bûye û bi taybetî Ciwan Haco riya stîla me vekiriye.”