Keşeyekî protestan albûmeke stranên Kurdî derxist

Hewlêr (Rûdaw) - Keşeyek protestan ku ji Amedê ye, bi jiyana xwe ya cihêreng balê dikişîne. Şaban Ok Kurdîkî Amedî ye. Ji malbateke Misilman e. 

Ew beriya 23 salan bûye Mesihî. Li cemaeta protestan weke keşeyek kar dike. Xwarziyekî wî mele ye. Ji hevjîna wî ya yekemîn 2 kur û keçek çê bûn.

Piştî ku ew bu Mesîhî li gorî gotina wî malbata hevjîna wî jê re gotin ev zewac betal e û hevjîna wî bi darê zorê jê dan berdan. Piştî vê berdanê wî zarokên xwe anîn ba xwe.

Kurekî wî Mesîhî û kurek wî jî Misilman e. Pistî demekî bi jineke Spanyolî re zewicî. Di nava malê de 3 ziman hene; Kurdî, Tirkî û Spanî.

Li malê her zarokek bi amûreke muzîkê re eleqedar in. Ew jî li tembûrê dixe û bi Kurdî distirê. Heta niha 3 klîp û albûmek amade kirine.

Şaban Ok derbarê jiyana xwe de ji Rûdawê re wiha dibêje: "Ez diçim kîjan civatê, Kurdî û Kurdîbûna xwe jî bi xwe re dibim. Ji hunerê pir hez dikim, nexasim jî ji hunera Kurdî. Ji bo xizmeta zimanê xwe helbestan dinivisînim, dikim stran û dibêjim."

Şaban Ok ji ber ku di nava cemaeta protestan de rastî gelek kesên ji neteweyên cuda tê, hewl dide çand û hunera Kurdî bi wan biyaniyan bide naskirin û hezkirin.

Ji ber vê yekê Ok dibêje: "Hinek kes her çiqas bi çavê misyoneran li min dinêrin jî di rastiya xwe de ez misyonerê çand û zimanê gelê xwe me. Nasandina vî zimanê şirîn di nava biyaniyan de ji xwe re weke misyonek dibînim. Ji ber vê yekê piraniya xebatên xwe jî bi Kurdî dikim."