Fazil Say piştgirî da Pervîn Chakarê: Ew sopranoyeke pir baş e

Hewlêr (Rûdaw) - Piyanîst Fazil Say li ser sopranoya Kurd Pervîn Chakarê got, “Pervîn dengekî pir xweş e, sopranoyeke pir baş e, xwişka min e, em dê bi hev re bixebitin.”

Sopranoya Kurd Pervîn Çakarê, 19ê vê mehê li Stenbolê konserek dabû.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel beşdarî vê konserê bûbû û destê sopranoya Kurd Pervîn Chakarê maç kiribû.

Ozgur Ozel piştî vê yekê rastî gelek rexne û heqaretên neteweperestên Tirk hat.

Piyanîst Fazil Say derbarê hunermenda Kurd Pervîn Chakarê de li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir.

“Bila ti kes heqê wê nexwe”

Fazil Say di parvekirina xwe de li ser sopranoya Kurd wiha got:

“Pervîn dengekî pir xweş e, sopranoyeke pir baş e, xwişka min e, em dê bi hev re bixebitin.

15 sal in li Ewropayê li gelek deverên din ez serkeftinên wê dişopînim. Bila ti kes heqê Pervîn Chakarê nexwe.

Pêşî bi tonan xeletî bi dehan sextekariyên ku `hûn dibêjin hunermenda me ya cîhanî` ji xwe bipirsin!

Ozgur Ozel bi maçkirina destê wi pir baş kiriye. Ez wî pîroz dikim.”