Wênesazek zarokên Şirnexî fêrî hunera xwe dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wênesazek li Gundê Bafê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê zarokan fêrî wênesaziyê dike

Wênesaz Melîs Dogan di çarçoveya pirojeya "Deriyê Kulîlkên Xwezayê" de ji Stenbolê hatiye vî gundi û bi xwendekarên dibistana seretayî û navîn re wêneyan xêz dike.

Wênesaz Melîs Doganê got "Ez piranî diçim gund û bajarên ku hatîne jibîrkirin.

Berî salekê min ev çalakiya xwe li Amedê kiribû. Ez îsal jî hatim Şirnexê.

Me ev piroje dîsa li gundekî cîbicî kir."

Melîs Dogan di 9 saliya xwe de fêrî wênesaziyê bûye.

Dogan niha bi derfetên xwe û alîkariya sponsoran hatiye vî gundê Şirnexê da ku zarokan fêrî wênesaziyê bike.

Ew niha li vî Gundê Bafê 50 xwendekarî fêrî xêzkirina wêneyan dike.

Xwendekar gelekî kêfxweş û bi kelecan in.

Xwendekar Arjin Erçikê anî ziman "Îro gelekî xweş bû.

Dema ez biçim malê ez dê vê diyarî dayîka xwe bikim."

Xwendekar Sema Dogan jî wiha axivî "Îro em bi xêzkirina wêneyan gelek kêfxweş bûn.

Rojeke xweş bû. Ez spasiya Melîs xanimê dikim."

Kêfxweşiya zarokan ya bo vî karî di çavê wan de xwiya dike.

Melîs Doganê diyar kir ku amranca wê ji vî karî ew e ku hezkirina wênesaziyê di nav zarokan de belav bike da ku zarok li pey xeyalên xwe biçin û bigihîjin xeyalên xwe.