Romana dîrokî: Bextiyar Elî wek nimûne

Bêguman mirov yek ji wan bûneweran e ku meraqeke wî ya berçav ji bo manê heye û hertim jiyanê bi tundî himbêz dike. Yek ji hewldanên însan ên berdewam jî ew bû ku bi dirêjahiya hebûna xwe seba man û nemiriyê şer û qirên kiriye. Lewma jî dibe ku dastan û efsaneya Gilgamêş dîdevan û çîrokeke zindî ya vê mijarê be.

Lê piştî bêhêvîbûn û şikestina wî ji mana hertimî û nemiriyê, mirov bi gelek şêwaz û cureyan pena xwe bir ber nivîsîn û vegotinê, da bi vê rêyê şerê man û nemiriyê bike.

Jixwe heke însan nikaribe xwe nemir bike, bi nivîsîna nav û bîrewerî û ezmûnên jiyana xwe, xwe ji mirin û nemanê rizgar dike û curekî ji nemiriyê diyarî wan dike ku bi nerîna min însan di vê yekê de serkeftî bû.

Gera mirov li nemiriyê

Bi rêya nivîsîn û xwendina dîroka berhemên wêjeyî û nivîskî, em hogirî jiyan û ezmûna gelek karakterên dîrokî dibin ku berî me bi sedsalekê yan çend sedsalan jiyane, lê hê nav û berhemên wan bi nemirî mane.

Eta Mihemed di romana “Rêbera Kitêbsazên Kuştî” de dibêje: “Nav qet namirin. Lê tên piştguhkirin. Çimkî yê dijî, ne kes lê nav in.”

Berevajî vê jî, dîrok, nemaze dîroka wêjeyê, tije ye bi navê karakterên ku ji navê gelek mirovên zindî bi navûdengtir in, di demekê de tenê navên xeyalî ne û dibe ku di jiyana ketwarî de nebûbin.

Dîsa Eta Mihemed di heman romanê de dibêje: “Dîrok ne tenê qada mirovên rasteqîn e, belkî nav jî wek me tê de jiyan dikin. Enkîdû, Ulysses, Sidharta, Don Kîşot û bi hezaran navên din bi me re dijîn ku çêdibe rojekê kesekî rasteqîn nebûbin û tenê nav bûbin.”

Lewra heke em bala xwe bidinê yek ji armancên nivîsînê li ba mirov hewldan e ji bo nemiriyê. Ji bo vê jî roj li pey rojê afirandin di warê nivîsînê de kiriye.

Bi taybetî nivîsîna dîrokê, li ser asta giştî û nivîsîna bîreweriyan li ser asta taybet. Ji bo vê jî kitêbxane ji van cure berheman tije ne.

Tevî ku niha û ji ber pêşketina mirov di warê nivîsînê de, janr û regez tevlihev û heta radeyeke zêde ji hev nêzîk bûne. Lê divê ji bîra me neçe wek binema, nivîsîna dîrokî û nivîsîna bîrewerî û nivîsîna romana dîrokê ji hev cuda ne û her yek ji wan xwedan binema û şêwazên taybet bi xwe ye ku em ê bi kurtî behsa çend xalan ji van cudahiyan bikin.

Bîrewerî yan vegotina bîreweriyan

Bîrewerî vegotina serpêhatî û jiyana kesekî ye ji destpêka jiyana wî ta wî cihê ku tê de bîrewerî tên belavkirin. Hin caran ev bîrewerî bi piştgirêdana bi agahiyên hûr û bawerpêkirî ji jidayikbûnê ta mirinê tên nivîsîn. Hin caran ji vê re tê gotin “Jiyanname yan rêwîtiya jiyanê.”

Di nivîsîna bîreweriyan de mirov dikare ezmûnên jiyana xwe û rawestgehên wê yên taybet bi hûrî binivîse, çi meremek ji nivîsîna vê bîreweriyê hebe bila hebe. Çimkî wek dibêjin “Bîrewerî şer e li dijî jibîrçûnê” lewra mirov ji bo ku xwe û ezmûnên xwe ji bîr neke, pena dibe ber nivîsîna bîreweriyan.

Dîrok an nivîsîna romana dîrokî

Wek em dizanin dîrok ji nivîsîna hemû derwazeyên gerdûnê û pêkhateyên nav wê yên zindî û mirî, candar û bêcan pêk tê. Bi taybetî ji ezmûnên mirov bi serketina aliyekî û şikestina aliyên din pêk tê. Li wê gorê jî hertim aliyê serkeftî dîrok nivîsiye, lewma hertim guman ji rastiya vegotina bûyerên nav dîrokê tê kirin.

Çimkî serkeftî hergav rewatiyê didin serkeftinên xwe. Aliyê beramber piştguh dikin û xwe ji vegotina bûyerên biçûk dûr digirin.

Hertim encam û dawiya bûyeran ji bo wan cihê giringiyê ye. Bi sedema vê jî misêwa bi sedan çîrokên giring ên nav wan bûyeran winda bûn.

Lewma cuda ji dîroknivîsan, wêjevanan ruhekî nû diyarî dîrokê kir û di afirandineke din de, nivîsîna “romana dîrokî” afirandin. Da tiştê ku ew nabînin û piştguh dixin, ev fokusê bixin ser û dubare ji mirin û windabûnê rizgar bikin.

Milan Kundera dibêje: “Serederiya nivîsîna dîrokê ne bi dîroka mirov, lê bi dîroka civakê re ye. Ji ber ku ew pêşhateyên dîrokî yên ku di romanan de derdikevin, gelek caran ji aliyê dîroknivîsan nayên dîtin.”

Di navbera bîrewerî û dîrok an romana dîrokî de

Wek me li jor qal kir, rêyên nivîsîna “Bîrewerî yan dîrok an romana dîrokî” hemû diçin ser maleke mezin, lê bi şêwaz û cûre û taybetmendiyên xwe, wek:

1. Di nivîsîna bîreweriyê de mirov hertim behsa ezmûna xwe ya taybet dike. Yanî bi bikaranîna cînavê kesê yekem ê tak ku ew bi xwe ye û wek vebêjerekî hertiştzan bi xwe çîroka tevahiya bûyeran vedibêje. Di demekê de di nivîsîna dîrokê de kesê nivîser ezmûna giştî vedibêje û hertim bi piştgirêdana bi vegotina bêtirî jêder û vebêjerekî mijaran vedibêje.

2. Di nivîsîna bîreweriyê de nivîser hin caran bi rêya vegotina mijar û çîrokên xwe yên taybet bûyer û çîrokên giştî jî vedibêje.

Wek nimûne gava mirov bîreweriyên Serokwezîrê Brîtanya yê Berê Winston Churchill dixwîne, ji vegotina jiyana wî ya rojane xwîner aşnayî bûyerên Cenga Duyem a Cîhanî dibe, nemaze têkiliyên welatên “Amerîka, Almanya, Rûsya û Brîtanyayê” di wê heyamê de.

Ev di demekê de, di nivîsîna dîrokê de nivîser bala xwe dide ser mijarên giştî û bûyerên sereke.

Lê hin caran dîrok jî bi wan rêyan şewqê dixe ser jiyana taybet a kesan, wek nimûne gava behsa dagîrkariya êrîşên Mexolan tê kirin, pê re fokus li ser kesayetiya serkirdeyê here mezin ê Mexolî “Cengîzxan” tê danîn.

Yan di vegotina bûyera bêtara kîmyabarana Helebceyê de bi neçarî divê behsa jiyana “Umerê Xawer” wek fîgûrekî diyar ê dîroka wê tawanê bê kirin.

3. Di nivîsîna bîreweriyê de nivîser girêdayî “cih, dem, nav û dîroka qewimînê” ye, di demekê de ji bo nivîsîna dîrokê ev ne pir giring in.

Bi qasî ku qebareya bûyerê û çawaniya wê giring in ku helbet ev ji bo nivîsîna romana dîrokî jî her wisa ye.

Niha piştî nîşandana van cudahî û berawirkirinê, merema min e ez li ser nivîsîna bîreweriyên şoreşa nû ya gelê Kurd piştî salên “1974” û ta serhildana bihara “1991”ê wek dîrok rawestim ku gelek ji karakterên sereke yên wê şoreşê nivîsîne.

Di heman demê de jî ez şewqekê bixim ser romaneke sê cildî ya romannnivîsê Kurd Bextiyar Elî bi navê “Keştiya Firîşteyan” ku ev roman diçe xaneya nivîsîna romana dîrokî ya taybet bi vegotina şoreşa nû ya Kurdan di heman çaxê de.

Yanî xwendina vê romanê dîtina aliyê duyem ê bûyerên wê şoreşê ye bi dîtina romannivîsekî.

Bîreweriyên şoreşa nû û romana Keştiya Firîşteyan

Di dema borî de min hin kitêbên bîreweriyên şoreşa nû xwendin, wek: Bîreweriyên (Mam Celal) amadekirina Selah Reşîd, (Zivirîna li dora xelekê), (Pêçî hev dişikînin), (Ji perava Danûbê ta Girê Nawzengê) ya Newşîrwan Mistefa, (Rojjimêra Pêşmergeyekî) ya Mihemedê Hacî Mehmûd, (Ew rojên welat ê hemûyan bû), Heval Kwêstanî, her çar cildên (Ezmûn û Yad)a Pişko Necmedîn, (Bîreweriyên) Mistefa Çawreş, (Em bi xewneke mezin bi rê ketin) a Mamoste Cafer, (Ku ji vir li jiyana xwe mêze dikim) a Dr. Fayeq Gulpî, (Bîreweriyên Sengawî) ya Mehmûd Sengawî ku bêguman kitêb û bîreweriyên din jî pir in û mixabin ta niha derfeta min a xwendina wan çênebûye.

Xwendina her yekê ji van jî bi xwe taybetmendiya xwe heye û her yek ji wan goşeyek ji jiyana taybet û pêşmergayetiya nivîsevan e û bi rêya wî jî aşnabûn e bi hûrkariyên hinek aliyên şoreşê û pêwendiyên wê û jiyana pêşmergeyan û temamiya bûyerên wê qonaxa dîrokî ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê berçav dikin.

Wek xwînerekî gava ez vê dîrokê bi vî awayî dixwînim, bi sedan pirsên cuda cuda mêjî û hizra min aloz dikin. Gelek pirsên ku beşek ji bersivên wan berçav û zelal e û beşeke din winda û nediyar e. Wek çawa beşeke giring a bûyeran di hemû nivîsên van nivîserên bîreweriyan de winda ye û bi her bihaneyekê be xwe ji vegotina wan dûr girtine.

Çimkî ez dizanim ti mirov, nemaze mirovê rojhilatî di her ast û pileyekê de be, behsa çewtî û tawan û kêmasiyên xwe wek takekes nake. Li ser asta giştî jî bi bihaneya parastina aştiya civakî û raz û nihêniyên hizbê û bi dirûşma “her tişt nayê gotin”, xwe ji vegotina temamiya rastiyan vedidizin.

Lê çawa jî be her yekî ji wan bihemd an bêhemd, bi merem an bê merem gelek tişt berçav kirine ku em nifşê nû yan xwînerên niha yên wê dîrokê lêbifkirin û bi ponijîn bipirsin gelo bi rastî ev hatiye kirin û ya ku qewimiye şoreş bû yan na?

Ez bersiva vê ji xwîner re dihêlim, lê ji bo bidestxistina bersiva rasteqîne ya vê pirsê ez penaya xwe dibim ber xwendina romana sê-cildî ya “Keştiya Firîşteyan” a romannivîsê Kurd Bextiyar Elî.

Di derbarê kesayetiya şoreşvan de Bextiyar Elî dibêje: “Her şoreşek bi du curên mirovan tê kirin. Curê yekem şoreşgêrên mezin in ku tên ji bo ku bimirin, ji bo ku bên şehîdkirin, ji bo ku bi piyên xwe xwe bavêjin nav helaketê. Van şoreşgêran li dijî êşê serî hilnedaye, pêwîstiya wan bi êşê heye. Lê ez bi xwe ji janê direvim. Şoreş ne tişteke ji bilî yaxîbûneke mezin ji janê. Şoreşgêrê rasteqîn ew e ku dikuje ji bo ku bimîne, ji bo ku êşê tehm neke, ji bo ku di rêza bihêzan de be, di eniya serkeftiyan de.”

Çima romana Keştiya Firîşteyan?

Romana Keştiya Firîşteyan yek e ji romanên nuwaze yên dinyaya me ya edebî piştî serhildana 1991ê. Ev roman sê cild e û bi temamî rûpelên wê nêzîkî (2218) rûpel in.

Têma sereke ya vê romanê vegotina dîroka şoreşa nû ya Kurdan e ji sala (1974) an ve ta piştî serhildanê. Ev jî bi teknîk û şêwaza vegotina fantazî ya edebî û romannivîsî, bi awayekî ku di dema xwendina vê romanê de, mirov rastî aliyên veşartî yên şoreşê û hemû hûrkariyên nava wê tê cuda ji wê yekê ku karakterên sereke yên wê şoreşê bi rêya nivîsîna bîreweriyên xwe negotine û nexwestine bêjin.

Milan Kundera dibêje: “Tekane rewatiya hebûna romanekê di wê yekê de ye, tiştekî bêje ku tenê roman dikare bêje.”

Vaye di rûpela (625)an ji beşa sêyem a romanê, nivîsevan di derbarê vegotina wan çîrokan de dibêje: “Ne diktor, lê çîroknivîs jiyana rasteqîn rizgar dikin. Pizîşk dikarin jiyana te çend mehan an çend salan dirêj bikin, lê çîroknivîs dikarin wisa bikin tu herdem bijî.”

Ji bo min piştî xwendina wan bîreweriyan, xwendina vê romanê pir giring bû.

Çimkî ev roman careke din û bi awayekî din û bêtir rastbîn me dixe pêşber pirsa şoreşê û kesayetiya şoreşgêr û ya ku bi navê azadiya neteweyî hatiye kirin cuda ji vegotina dîroka şoreşê bi dîtina karakterên wê.

Bila wek nimûne em berawirekê di navbera hinek têm û plotên wan bîreweriyan û vê romanê de bikin.

Gava tu naveroka her yekê ji wan bîreweriyan dixwînî, tu rastî çend helwest û bûyerên trajedî tê ku bi hemû pîvanan dûrî kesayetiya şoreşgêr û armancên şoreşê ne.

Ji wan (Vegotina şerê birakujiyê, kuştina mirovên sivîl li ser agahiyên çewt, casûsiya bi ser rêhevalan de, êşandina mirovên bêsûc, dizî û şêlandin û tazîkirin, hokar ji bo kuştina mirovên bêtawan ên gundan, derewkirina li xelkê bi navê şoreşê) û bi sedan û bi hezaran curên din ji bûyer û bobelatên qirêj.

Tevî ku ez bi wê yekê re me jî ku mirov şoreşger be yan na, ne masûm e ji xeletî û tawanê û ti şoreşek di dinyayê de nîne bê kêmasî û çewtî be. Lê hin pîvan hene çêdibe ku şoreş pê ji kaos û karên têkder bê cudakirin.

Di vê romanê de nivîser wisa li şoreşê dinere: “Şoreş bi azadiyê bi dawî nabe, bi azadiyê dest pê dike. Mirovên ku hertim amade ne kole bin, ti şoreşek nikare wan rizgar bike. Dinyaya azad berî mirovê azad ji dayik nabe. Berevajî rêya mezin û mumkin ew e ku mirovê azad berî dinyaya azad ji dayik bibe.”

Lê li tengala hemî destkeftiyên wê, berevajî vê şoreşa Kurdî di encam de, koletiya hizbî û azadiya sînordar berhem tîne. Ew jî bi perwerdekirina takekesekî ku ti girêdana wî ne bi şoreşê, lê belê bi welêt ve jî nebe.

Keştiya Firîşteyan kitêbeke hevawayê heman kitêbên vegotina şoreşê, lê cuda ji aliyê wê yê realîst ê veşartî, ev roman vegotina bîreweriyên kesayetiyeke diyar a şoreşê bi navê Wefayê Refhet Begê ye ku bêguman navekî xeyalî ye. Ev kes wek hemû kesên din agahdarî hûrkariyên şoreşê ye û rol û bandora wî di bûyeran de heye.

Lewma geşta jiyana wî bi destpêkirina şoreşa nû re dest pê dike. Xwendina vê romanê dubare ji bo têgihiştina ji mirov, ji dengekî ku jê re tê gotin hundirê însan, beşa tarî ya her mirovekî, ji bo ramana li cengan e, li hewldanên ku mirov bi navê azadiyê xwe kole dike û dinyaya kesên din jî xopan dike.

Ji bo têgihiştina ji şoreşê ye, ji azadiyê, ji aliyên bixof û sawdar ên însên. Lewma bi baweriya min ji bo têgihiştina dîroka şoreşa nû û zanîna aliyên wê yên nihênî û veşartî, xwendina vê romanê pêwîst û giring e.

Çimkî wek Bextiyar Elî bi xwe di hevpeyvînekê di derbarê vê romanê de dibêje: “Keştiya Firîşteyan ne tişteke ji bilî dîroka tarî û dojeha warê konevanî di civaka Kurdî de.”